Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev 2020-08-31 09:42:50   MÊRSÎN - Şaredariya AKP’î ya Akdenîzê bi navê “Başkirinê" kolana bazarê nû dike û bi lîsteyek nû, li şûna tezgahên esnafan yên berê tezgahên nû çê dike. Esnafan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku şaredariya AKP'ê dixwaze esnafan bîne hemberî hev.    Şaredariya AKP'î ya Akdenîza Mêrsînê li navbera taxên Şevket Sumer û Halê li ser kolana 142'an di tîrmeha sala borî de bi navê “Projeya Rastkirina Kolana Bazarê û Başkirina Eniyê" dest bi xebatê kirilbû. Salek derbas bû, lê hêj xebatên şaredariyê bi dawî nebûye. Ajansa Rakirina Çukurova 10 milyon TL piştgirî da projeyê. Li gorî projeyê dê 123 dikkan û 66 avahî bên nûkirin. Li gorî projeyê diviya bû xebat di nava 6 mehan de bi dawî bûbûya. Li gel şaredariyê soz dabû esnafan jî hêj xebatên qada bazarê xelas nebûye. Esnafên bazarê bertek nîşanî rayedarên Şaredariya AKP’î dan û anîn ziman ku di cihê nû de navê gelek esnafan tune û navê hin esnafên nû li lîsteyê zêde kirine. Esnafên ku berê li bazarê û niha navê wan di lîsteyê de tune bertek nîşan dan û gotin: "Navê me di lîsteya 570 kesan de tune ye.    SOZ DAN LÊ...   Esnafê 42 salî Mahmut Muratoglu anî ziman ku rayedarên şaredariyê soza "Dê bibe kolana herî xweşik a Mêrsînê û li ser vê yekê destûr dan û wiha got: "Niha di vê rewşê de ev kolan bûye kolana herî xebar û qirêj a Mêrsînê. Bazara berê bêtir xweşik û pak bû. Ji sedî 80 sozên projeyê pêk neanîn. Dê cihê avê hebûya. Dê di nava kolanan de rohanî hebûya. Di nava her 10 kolonan de dê tuwalet hebûya. Dê kaniya dest şuştunê hebûya. Dê sîwan bi her aliyekî de 5 metre dirêj bûna. Lê sozên dan pêk neanîn."    Berê li qadê 151 esnafên sabît û 49 jî esnafên gerok hebûn. Bi giştî 200 dezgehên esnafan li bazarê hebûn. Niha dixwazin dezgahên nû li şûna esnafên berê bidin 570 kesên nû. Her kes cihê xwe yê berê dixwazin. Niha li vir esnafên 50 salin li vê qatê ne hene.    ESNAFAN TÎNIN HEMBERÎ HEV    Esnaf Mehmet Şirin Eruncak jî bertek nîşanî rayedarên şaredariyê da û wiha got: "Kolan li cihekî stratejîk e. Di qada bazirganiyê de kolanek pir zindî ye. Her partiyên îqtîdarê dixwazin hevkarên xwe li vir bi cih bikin. Dema şaredariya AKP'ê li vir dest bi înşaetê kir, me zanîbû nîyeta wan xerab e. Dixwazin bazirganiya vir xelas bikin û esnafan bînin hemberî hev. Dezgehên vir didin mirovên derve. Esnaf dê li vir bi hev bikevin."    Esnaf Suleyman Timurtaş (59) jî anî ziman ku li vir 25 salin esnaf e û wiha got: "Me xwest bi midûrê zabitayan re hevditin bikim. Lê got qedexe ye. Min 2 caran xwest biçim cem midûr, lê ez nêzî xwe nekirim."    MA / Omer Akin