Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû 2020-08-31 09:05:45   MÊRDÎN - Ekrem Ozel ê li gundê Dirrîn a Şemrexa Mêrdînê Meliha Kaya kuşt, şopa xwe winda kir.    Li Gundê Dirrinê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê Ekrem Ozel  ê 75 salî Meliha Kaya  a 50 salî kuşt û Abdurrahim Kaya 56 birîndar kir. Ekrem Ozel ê Meliha Kaya kuşt û Abdürrahim Kaya birîndar kir, ji cihê bûyerê reviya û şopa xwe winda kir.    Piştî bûyerê Abdürrahim Kaya  rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê. Cenazeyê Meliha Kaya jî ji bo otopsiyê şandin morga nexweşxaneyê.