Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye 2020-08-31 09:00:28   ÎZMÎR – Dayikên Aştiyê yên li Îzmîrê diyar kirin ku ew dixwazin 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di nava nêvenga aştiyê de pêşwazî bikin û navnîşana çareseriyê Îmrali nîşan dan.    Carek din 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin siya şer û çekan de tê pêşwazîkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên li Îzmîrê bi wesîleya 1’ê Îlonê xwestin şer bi dawî bibe û êdî aştî pêk were.    ‘EM Ê DÎSA DI BIN SIYA ŞER DE PÊŞWAZÎ BIKIN’    Dayika Aştiyê Behiye Yalçin a 15 sal in ji bo aştiyê têdikoşe diyar kir ku aştî tenê ne ji bo kurdan ji bo herkesî lazim e û got: “Li dijî gelê kurd şerek giran pêk tê. Lê em Roja Aştiyê di bin siya çek û şer de pêşwazî dikin. Lê em ê wê rojê çawa pîroz bikin girîng e. Gelo em ê dîsa di nava şer, xwîn û komkujiyan de pêşwazî bikin? Lê bi rastî jî wê pêşiya aştiyê were vekirin û gav werin avêtin. Her roj xwîn dirije. Em xwîn û şer naxwazin. Bila pêşiya herikîna xwînê were girtin. Gelo wê roja 1’ê Îlonê kezeba çend dayikan bişewite. Em dayikên kurd bi israr û bedelên giran dibêjin aştî. Bila êdî zarokên me neyên kuştin.”    ‘MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE’    Dayika Aştiyê Hediye Korkût a ku bi salan berê ji Şirnexê koçî Îzmîrê kiriye jî destnîşan kir ku bi salane li Kurdistanê şer tê birêvebirin û got: “Her ku em dibêjin aştî, dewlet jî şer dispêre me. Êdî bila dayik negirîn. Me gelek êş û kul dîtin. Êdî em naxwazin hêsirên me werin rijandin. Herî zêde dayik êşê dikişînin. Dayikên kurd jî bi qasî dayikên hemû cîhanê aştiyê heq kirine. Dewlet bi çavê dijminane li me dinêre. Çi dibe bila bibe lazime aştî li vî welatî pêk were. Lazime hemû girtiyên siyasî yên kurd werin berdan. Pirsgirêka kurd bi şer û înkarê nayê çareserkirin. Pêwîste ji bo çareseriyê hevdîtin ji nûve dest pê bikin. Mifteya çareserî û aştiyê Îmrali ye û divê meriv li hev guhdar bike û bikeve diyalogê. Bi wesîleya 1’ê Îlonê em carek din dibêjin bila şer bisekine û aştî pêk were.”    ‘BAWERIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE’    Dayika Aştiyê Edîbe Şahîn jî da zanîn ku li tevahiya cîhanê şer, tundî û zilm serwer e û got: “Ji bo vê yekê Roja Aştiya Cîhanê gelek bi wate ye û divê pêşiya xwînê were girtin. Rayedarên vî welatî bêyî tu cudakariya nijad, dîn û wekî din bike lazime aştiyek bi rûmet diyarî tevahiya însanan bike. Li dinyayê xelk çar demsala dibîne, lê em li Tirkiyê du demsalan dibînin. Hêvî û xwesteka dayikan hemû ev e. Bila êdî ewladên wan nemirin. Bi salane ev welat eziyetê dikişîne û xwîn tê rijandin. Lê baweriya me ya bi aştiyê tu carî bi dawî nebûye û rojek zû an jî dereng wê aştî were.”