‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’ 2020-08-30 13:33:04   AMED – Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas diyar kir ku bi boneya têkildarî cînayên kiryarên nediyar lêpirsînên bandor nehatin birêvebirin ewqas winda çêbûn.    MEBYA-DER’ê têkildarî 30’yê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê li avahiya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên MEBYA-DER û aktîvîstênm TJA’yê beşdar bûn.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas daxuyanî da û diyar kir ku ji ber polîtîkayên înkar û îmahyê yên li ser kurdan bi hezaran cînayên kiryarên wan nediyar qewimîn û ji berk u lêpirsînek bi bandor têkildarî van cînayetan nehat birêvebirin rê li ber gelek kiryarên din vekir. Almas got bi awayên kêfî nêzî dosyeyên windayan dibin û dewlet dixwaze kujer dernekivin holê û werin parastin. Almas anî ziman ku ew ê ji bo edalet û aqûbeta windayan heta kujer werin darizandin dê li qadan têkoşîna xwe dewam bikin.