Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye 2020-08-30 09:04:26   STENBOL – Dayikên Aştiyê, di peyama xwe ya ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de destnîşan kirin ku "dem dema aştiyê ye" û gotin, muxatab jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Dayikên Aştiyê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bal kişandin ser aştiya ku ji sala 1996'an ve ji bo wê têddikoşin.    ‘JI BO ZAROKÊN DAYIKINE DIN NEMIRIN'    Bedîa Gokûz, piştî keça wê ya tevli PKK'ê bûye di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dide, tev li Meclîsa Dayikên Aştiyê bûye.    Gokûz, destnîşan kir ku hemû liv û tevgerên wan, ji bo zarokên dayikine din nemirin û got, li cîhanê tişta herî xweş aştî ye û li kû derê aştî hebe, li wir xweşikî û bedewî heye.    Gokûz, anî ziman ku wê îsal bi kitanên xwe yên spî tevli Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û got, ji bo aştî were vê axê divê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê çêkirin. Gokûz, destnîşan kir ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin wê îsal jî daxwaza xwe biqîrin û got, xwest hemû kesên aştîxwaz vê daxwaziyê biqîre.    'DEM DEMA AŞTIYÊ YE'   Perîhan Akbûlût jî 16 sal in di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire. Akbûlût, destnîşan kir ku ji bo şerê ku mifha wê ji bo tu kesî tuneye bi dawî bibe, heya sax be wê ji bo aştiyê bitêkoşe û got: "Dem dema aştiyê ye."    Akbûlût got: "Kurdan tu carî şer ne xwestiye. Gundên me, malên me hatin şewtiandin, mirovên me bi saxî hatin şewitandin. Lê dîsa jî me dev ji aştiyê berneda. Niha êdî tenê kurd namirin. Polîtîkayên şerî sîrayetî tevahiya civakê kirine. Her roj jin tên tacizkirin, tecawizkirin, tên kuştin. Lewma heya li vî welatî kurd azad nebin  wê tu kes azad nebe."    Akbûlût, diyar kir ku gelê kurd bi kuştinê naqede û got: "Êdî bes e, em naxwazin zarokên me bimirin. Dawiya her şerî aştî ye. Wê ev yek li Tirkiyeyê jî wia bibe. Berî ku în hîn zêdetir mirov bimirin, bila aştî çêbibe. Kesên xwedî wijdan divê di 1'ê Îlona îsal de dakevin qadan. Tekane dermanê polîtîkayên polîtîkayên qirêj aştî ye. Lewma dem dema aştiyê ye. Muxatabaê aştiyê jî diyar e. Ji bo şerê li wlêt bi dawî bibe divê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bên çêkirin."    JI BO ZAROK NEMIRIN    Dayika Aştiyê Hikmiye Onel jî hevjînê wê Hayrettîn Demîr di sala 1991'ê de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê tê binçavkirin û paşê tê kuştin. Dayika du zarokan Onel, ji bo tu zarok bê bav mezin nemin bi salan e têdikoşe.    Onel got: "Ez naxwazim tu kes bimire. Tiştên hatin serê min, bila neyên serê tu kesî. Hîn jî cenaze bi postayê ji daykan re tên şandin. Êdî bes e, em şer naxwazin. Divê dayikên esker û polîsan jî li ber vî şerî rabin. Div aştî tenê ne meseleya kurdan be. Aştî ji bo me hemûya ye. Lewma di 1'ê Îlonê de em bi hev re biqîrin. Em Dayikên Aştiyê heya sax bin em ê her tim aştiyê bilêv bikin."    MA / Semra Tûran