Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin 2020-08-30 09:03:23   ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiya welatiyên ku bi gumanbariya şewbê diçin nexweşxaneyê bi seatan hatin sekinandin û pişt re jî bi minesebeta "Nexweşxane ne paqije" negirtin nexweşxaneyê.    Li navçeya Sîlopiya Şirnexê di rojên dawî de pêketiyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) zêde dibin. Ji 17’ê tebaxê heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û sedanan kes pêketin. Welatiyên  ku bi gumanbariya şewbê diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya ji ber ku di beşa lezgîn de nexweşek Covid-19 tê dermankirin hemû nexweşên din ji ber deriyê nexweşxaneyê paş de hatine vegerandin û nexweş neçar man an biçin malên xwe an jî biçin nexweşxaneyek taybet.    Hat dîtin ku welatiyên ku bi gumanbariya şewbê diçin nexweşxanê û dixwazin testên xwe bikin bi seatan ber deriyê beşa lezgîn a nexweşxaneyê disekinin û gelek ji van kesan jî bi hêceta "Nexweşxane ne paqije" negirtin nexweşxaneyê. Welatiyan bi parvekirina wêneyan ev rewş raxistin ber çavan. Welatiyan ku li ber deriyê nexweşxanê disekinin diyar kirin ku li navçeyê pergala tendûristiyê têk çûye û ev rêbaze li navçeyê dibe sedemê zêdebûna şewbê.   Her wiha hat ragihandin ku di heman şevê de welatiyek ji ber nexweşiya coronayê jiyana xwe ji dest da.