ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-30 09:00:11 * Ji 9 şahidên nepen ên bûn sedema girtina bi dehan siyasetmedarên kurd, şahidê nepen ê bi bernavê "Plevne" di îfadeyên xwe yên berê de ji bo siyasetmedaran gotibû "endamên rêxistinê".  Lê belê "Plevne" di îfadeya xwe ya dawî de ji bo siyasetmedaran gotiye "xebatkarên partiyê."    * Karkerên Cargîllê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin 866 roj in li ber xwe didin. Karker tenê ne karê xwe, di heman demê de dixwazin karê xwe mîsoger bikin.   * Dayikên Aştiyê, di peyama xwe ya ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de destnîşan kirin ku "dem dema aştiyê ye" û gotin, muxatab jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    * Soydan Akay, ku nexweşîna pençeşêra prostatê lê peyda bûye, 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn got: "Divê Soydan Akay li nexweşxaneyeke tam teşekullî bê tedawîkirin."    * Hevserokên HDP’ê bertek nîşanî tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  dan û gotin: "Tundî, destavêtin, binçavkirin û tunehesibandin berdewamiya tecrîtê ye. Dibêjin ku em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Lê ger ku pirsgirêkek bê çareser kirin, nexwe divê kirdeya mijarê birêz Ocalan jî li dor wê maseyê cih bigire.”   * Li navçeya Sîlopiya welatiyên ku bi gumanbariya şewbê diçin nexweşxaneyê bi seatan hatin sekinandin û pişt re jî bi minesebeta "Nexweşxane ne paqije" negirtin nexweşxaneyê.    * HDP di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de dê li Riha û Amedê serdanan pêk bîne. (10.00 - 19.00)   * MEBYA-DER bi boneya 30'yê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê derbarê revandin û lêferzkirina sîxûrtiya li serciwanan li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)