Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin 2020-08-29 23:54:10     AMED - Cenazeyê dikandar Îsa Bûdak ê 60 salî ku li dikana xwe bi aweyekî mirî hat dîtin, piştî testa vîrusa coronayê hat definkirin.   Dikandar Îsa Bûdak ê 60 salî duh saet di 07.00’an de li dikana xwe ya li ser Cadeya Gursel a Taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rêzanê bi awayekî mirî hatibû dîtin. Malbatê piştî testa şewba Covîd-19'ê cenazeyê Bûdak defin kir. Malbata Bûdak û dikandarên cîranên wî ji bo mirina bigumanbar a dikandar Bûdak diyar kirin ku tu sedemeke ku Bûdak xwe bikuje tunebûye.   Malbata Bûdak diyar kir duh piştî ku Bûdak şeveqê zû ji malê derketiye, saet di 07.00’an de li hevjîna xwe geriyaye û ji dikanê dengê çekê hatiye. Li ser vê yekê lawê Bûdak, Şêxmûs Bûdak diçe dikanê. Gava diçe dibîne ku derabe girtîne. Piştî ku derabeya dikanê vedike dibîne ku bavê wî ji serê xwe derb xwariye û li erdê dirêj kiriye. Li ser vê yekê gazî ambûlansê dike. Bi ambûlansê re gelek erebeyên zirxî yên polîsan jî diçin cihê bûyerê. Piştî ku polîs lêkolînê dikin, ambûlans jî cenazeyê Bûdak dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.Cenaze, ji bo ku testa vîrusa coronayê û otopsiyê were kirin heta saet 20.00’an tê sekinandin. Piştî ku testa vîrusa coronayê negatif dertê dozger nû ji bo otopsiyê diçe nexweşxaneyê û saet di 23.00'yan otopsiyê bi dawî dike.    Malbata Bûdak jî piştî ku otopsiya cenaze qediya cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubî girt û piştî wecîbeyên olî saet di 00.15'an de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê spart axê.