Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin 2020-08-29 16:40:50   DÎLOK – Umît Çikin ê li Şemzînanê leşkerî dikir û piştî ku “hişê xwe winda kir” jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Dîlokê hat veşartin.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê duh li baregehek leşkerî Umît Çikin ê li wir leşkeriyê dikir tê gotin di encama ku “hişê xwe winda kir” de ket erdê û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê leşker birin Dîlokê û li Goristana Asrî veşartin. Gelek erkdarên dewletê û AKP’yî beşdarî merasîmê bûn.