‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’ 2020-08-29 15:57:05   AMED – Hat zanîn ku Remziye Yoldaş a ji aliyê hevjînê xwe Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê reviyaye ve hatiye kuştin 6 roj berê çûye qereqolê û derbarê hevjînê xwe gilî kiriye. Polîs di kêliya talûkeyê de 45 deqîqe şûn ve çûne cihê bûyerê.    Li taxa Azîzeye ya girêdayî navçeya Yenîşehîra Amedê Remziye Yoldaş (29) a li gel dayika xwe dima ji aliyê hevjînê xwe Veysî Yoldaş ê ji girtîgehê reviyaye ve bi sîlehê hat kuştn. Kujer Veysî Yoldaş piştî bûyerê ji wir reviya.    GELEK SÛCAN KIRIYE    Hat zanîn ku Veysî Yoldaş ji 20 sûcan tê darizandin û ji ber 9 sal berê polîsek birîndar kiribû ketibû girtîgehê.    GEFÊN KUŞTINÊ LÊ XWARIYE    Di vê demê de Remziye Yoldaş li mala dayika xwe bicih bû û Veysî Yoldaş zextan lê kiriye ku biçe mala xwe û demek dirêj hem hevjîna xwe hem jî malbata wê li ser telefonê tehdît kir.    DIŞÎNIN GIRTÎGEHA VEKIRΠ   Yoldaş ê kujer ê 9 sal di hepsê de ma 9 roj berê ji Saziya Înfaza Cezayê Vekirî ya Amedê reviyaye. Veysî Yoldaş di van rojan de her kêlî gefan li hevjîna xwe dixwe û wextê hevjînê wê direve ew jî diçe qereqolê û gilî dike.    TEVÎ BIRYARA PARASTINÊ JÎ NEPARASTIN E    Remziye Yoldaş di 22’yê tebaxê de diçe qereqola polîsan û giliyê Veysî Yoldaş dike. Li ser giliyê Remziyê biryara sepana “parastina li ser bangê” hat dayîn. Lê belê duh êvarê Veysî Yoldaş li ber mala Remziyê kemîn danî û bi hevjîn û keçika xwe re rûbirû ma. Hevjînê wê ewilî bi qûndaxa sîlehê lêda û pişt re jî gulebaran kir.    45 DEQÎQE ŞÛN VE ÇÛNE CIHÊ BÛYERÊ    Malbat û cîranan agahî da polîsan û berevajî sepana “parastina li ser bangê” polîs 45 deqîqe çûne cihê bûyerê. Remziye Yoldaş bi giranî radikin Nexweşxaneya Faqûlteya Dîcleyê û li vir jiyana xwe ji dest da.    XEMSARIYA POLÎSAN   Birayê Remziye Yoldaş, Mustafa Tûran behsa beriya bûyerê û qewimandinên roja bûyerê kir û bal kişand ser xemsariya polîsn. Turan da zanîn ku Veysî Yoldaş ji gelek sûcên edlî girtî bûye û got: “Veysî ji girtîgehê her tim li xwişka min digeriya û dixwest ew û keça xwe biçin malê. Lê ji berk u kesek li wan binêre nebû li cem dayika min diman. Me li wan dinêrî. Veysî ewilî gef li min xwarin. Pişt re jî gef li xwişka min xwar. Tevî ku gefan dixwar jî wî birin girtîgeha vekirî. Li gel ewqas sûcê wî hene jî çawa dibe ku wî dibin hepsa vekirî. Ji wir fîrar dike. Wî û kurapê xwe ewilî êrişî dikana min kirin. Ji min re digot ‘bila xwişka te bi aqil be.’ Min jî jê re got tu li fîrarî, biçe cezayê xwe rakeve û pişt re were mala xwe. Ez li polîsan geriyam. Ew jî reviyan.”    Tûran destnîşan kir ku polîs 45 deqîqe şûn ve hatine cihê bûyerê û got: “Piştî xwişka min dimire hêj tên cihê bûyerê. Halbûkî ji xwişka min re gotine di kêliya talûkeyê de li me bigere, em ê di 5 deqîqeyan de werin. Lê nehatin.”    Tûran xwest qatilê xwişka wî demildest were girtin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel