Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike 2020-08-29 10:12:48   DUHOK - TSK li herêma Heftanînê ya Duhokê 74 rojin şerekî dijwar dimeşîne. Lê heta niha encam bi dest nexistiye. Tirkiye ku encamê bi dest naxe, hewl dide bi hevkariya PDK'ê li ser gelê Behdînanê pergala cerdevaniyê ferz bike.    Tirkiye bi hêza TSK'ê di 17'ê Hezîranê de li Herêma Heftenîn a girêdayî Duhokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi operasyona “Pençe-Kartal” kir. Lê 74 roj borîn li gel bi balafirên şer, SÎHA, ÎHA û hêzên taybet operasyonê dimeşîne jî encam bi dest nexistiye. TSK ku liherêmê operasyonê didomîne, niha bi hevkariya PDK'ê serî li rêbazên din dide. TSK bi hevkariya PDK'ê li ser sînorê navbera Sîlopî, Zaxo û Duhokê bi tevgera maşîneyên zirxî gel zor dike û dixwaze gel çavtirsandî bike. Li gel TSK'ê, tevgera hêzên “Pêşmergeyên Roj" ku Tirkiye ew perwerde kirine jî balê dikişîne ser xwe. Tirkiye bi hevkarî û alîkariya PDK û Pêşmergeyên Roj li gelê Herêma Behdînanê zextan dikin û zorê li gel dikin bi zorê bibin cerdevan.    NAVENDA OLÊ ZERDEŞTÊ    Herêma Behdînan di dîroka Kurdan de her tim cihekî taybet û stratejîk girtiye. Peyva Behdînan tê wateya olê Zerdeşt. Wekî navenda Olê Zerdeşt tê zanîn. Gelek eşîr li herêma Behdînanê dijîn. Eşîr navê xwe ji navê gund û herêmê distînin. Eşîrên li herêma Kaşî, Subartî, Midya, Lidyayî bi cih bûne navê xwe ji van herêman girtine û Behdînan di nava xwe de dabeş kirine.    33 EŞÎR LI HERÊMA BEHDÎNANÊ HENE   Li herêmê  33 eşîrên mezin hene. Eşîr ji herêma Zaxo dest pê dike. Li ser sînorê Kurdistana Rojava  li herêma Pêşabinê û Durabînê piranî eşîrên Êzidî hene. Eşîra herî mezin eşîra Hewêriyan e. Ji Zaxo heta Xabûrê eşîrên Silêvanî, Sindî û Gulî dijîn. Li vê herêmê gelek eşîrên biçûk jî hene. Eşîrên wekî Binêvap, Hos, Berbang, Bayê û yên din eşîrên malbatî ne. Berwariya Jorî, Nerweyî û Rêkanî jî li gel van eşîran dijîn. Ji herêma Amediye dest pê dike û heta Dostkî Jor û Rewanduzê belav dibe. Li dora Duhokê jî gelek eşîr dijîn. Dostkî, Berwariya Jêrî, Nehlê, Nehêlan, Ber Garê tenê ji van eşîran çend eşîr in. Li Herêma Zebarî Herkî, Surçî jî koçer hene. Ev koç di nava xwe de ji 15 malbatan pêk tên. Ev malbat heta Dostkî Jorî, Mizûrî Jorî, Mizorî Jêrî, Dolemêrî, Bradostî, Gendî, Zerarî û Rewanduzê belav dibin. Li sînorê Rojava ji Musulê heta Şengal û Kelaşînê û ji wir jî heta Rewanduzê belav dibe.Ev herêma Behdînanê wekî “Îmaratî” tê binav kirin. Li ser bingehê Zerdeşt hatiye avakirin.    HERÊMEK GIRÎNG Û STRATEJÎK E   Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Berwarî ku di heman demê de li herêma Berwarî ya Behdînanê mezin bûye, herêmê baş nas dike û li ser herêmê lêkolîn kiriye. Dr. Kamûran Berwarî, der barê erîşan de anî ziman ku dîroka wan gelek dûr û dirêj e û wiha got: "Ev eşîr di dîrokê de li herêmê her tim rastî êrîşan hatine. Li gel hemû êrîşên dijwar bi hezaran salan li ber xwe dane û hebûna xwe parastine. Li dijî hêzên Timurlenk, Mogol, Cengizhan, Abbasî, Emevî, Osmanî û gelek hezên din şer kirine. Her tim rûmeta xwe parastine. Çawa ku Misir ji bo Ereban cihekî girîng û stratejîk be, Herêma Behdînan jî ji bo Kurdan cihekî girîng û stratejîk e. Ne tenê navenda Federeasyona Med, Mitanî û Subartîyan e. Hem di aliyê erdnîgariyê de û hem jî di aliyê stratejik de cihekî gelek girîng e. Di sedsalên dawî de erîşên Behdînan tu carî li dijî şerê Tirk, Ereb û Farsan serî ne tewandiye. Her tim piştgirî dane beşên din ên Kurdistanê. Piştgirî daye şoreşa Bedirxan Paşa, Qazî Muhamed, Rojava û Bakurê Kurdistanê."    TSK ENCAM NEGIRT SERÎ LI RÊBAZÊN DIN DIDE   Stratejiya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), ku bi “Xakurkê” dest pê kir û xwest li Kurdistana Federe belav bike encam negirt. Niha jî serî li rêbazên din dide û zorê li gelê herêmê dike. Zorê dike ku gel bikin cerdevan. Di şeva 16'ê Hezîranê de li Herêma Heftenînê dest bi operasyona “Pençe-Kartal” kirin. Ji bo li vê herêmê gel bidin pişta xwe çend civîn bi gel re kinin. Lê encam bi dest nexistin Dîsa rayedarên girêdayî politburo yên PDK'ê li avahiyên partiyê û qereqolên PDK'ê civîn li dar xistin. Endamên MÎT'ê jî tev li van civînan bûn. Gotin “alîkariyê bidin me em PKK’ê ji vir paqij bikin." Piştre ewil li girên stratejîk ên herêma Heftanînê bi helîkopteran esker bi cih kirin. Di operasyonê de gelek eskerên TSK'ê hatin kuştin. Piştre heyeta ku ji AKP û MÎT’ê pêk tê li herêmê bi rayedarên PDK'ê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinan TSK’ê li Barageha Eskerî ya Bamernî û gelek cihên din, bi karwana ku ji tang, top û çekên giran pêk tê xwestin gel bitirsînin. Balafirên şer ên F-16 yên TSK’ê li ezman firiyan û herêm bombe kir. Xwestin herêmê bê mirov bihêlin. Li ser vê yekê gelê herêmê bertek nîşanî PDK'ê dan.    DIXWAZIN CERDEVANIYÊ FERZ BIKIN   TSK'ê ku li vir encam bi dest nexist niha hewl dide ku bi hevkarî û alîkariya PDK'ê gelê herêmê bikin cerdevan û bi zorê cerdevaniyê li gelê herêma Behdînan ferz dikin. Li aliyekî Tirkiye meaşê cerdevanên li ser sînorê herêma Şirnexê yên eşîrên Jîrkî, Sêgirkê, Bêjehê, Mêrgehê, Hedrîsê û Roboskî zêde kir, li aliyê din ji gelê herêmê dixwaze bibin cerdevan.    Piştî sivîl hatin kuştin, gelê herêmê bertek nîşanî operasyonê da. Tirkiye bi Iraqê re hevdîtin dikir û dixwest Irak bibe şirîkê vê operasyonê. Lê Iraqê ev yek qebûl nekir. TSK'ê di 11'ê Tebaxê de 2 fermandarên girêdayî Artêşa Iraqê di bombebarana hewayî de kuştin. Ev yek wekî "peyama ji bo hikûmeta Iraqê" hat şirovekirin.    MA / Erdogan Altan