Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin 2020-08-28 15:38:44 STENBOL / EDENE – Hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê eşkere kirin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Şîşlî ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê eşkere kirin. Berdevka Demî ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê Beyzade Sayin axivî û destpêka axaftina xwe de parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got ji bo parêzer Aytaç Unsal biryara berdanê were dayîn.    ‘ŞER ALOZIYÊ KÛR DIKE’    Sayin destnîşan kir ku şerê diqewime bandorek neyînî li ser feqîr û kedkaran dike û her ku şer kûr dibe bandorek neyînî li ser civakê dike. Sayin da zanîn ji bo şer bi dawî bibe pêdivî bi têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê heye û ew carek din aştiyê qîr dikin. Sayin anî ziman ku ew ê di 1’ê Îlonê de li ber Îskeleya Kadikoy-Beşîktaşê saet di 18.30’an de çalakiyê li dar bixin û her kesî vexwen çalakiya roja aştiyê.    EDENE    Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Di civînê de hat diyarkirin ku wê çalakiya li Edeneyê li Taşkopru ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Edeneyê ve saet di 17.30’an de bê lidarxistin û banga vê çalakiyê hat kirin.    ‘TECRÎDÊ RAKIN’    Meral Daniş Beştaş diyar kir ku aştî pêdiviya vî welatî ye û îqtîdar bi şer dixwaze muxalefetê lawaz bike û zextan li ser muxalefetê dike. Beştaş destnîşan kir ku heta kêşeya kurd çareser nebe li Tirkiyê kêşeya demokrasiyê dê neyê çareserkirin û butçeya vî welatî hemû ji şer re tê xerckirin. Beştaş bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ew çûyîna îqtîdarê ya Îmraliyê ya ji bo berjwendiyên xwe qebûl nakin û divê tecrîd demildest bi dawî bibe.