Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan 2020-08-28 14:42:42 RIHA - Jinan derbarê Nûrbarî Mîhrîcan a li Serêkatiyê hat qetilkirin de, daxuyanî da û diyar kirin ku zilamê Nûrbarî qetil kir bi qanûna înfazê hatibû berdan.     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, derbarê Nûrbarî Mîhrîdcan a ku li Serêkaniyê ji aliyê birayê xwe Salih Mîhrîcan ve di 25’ê Tebaxê de hat qetilkirin de, daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê  ya Navçeyê hat lidarxistin. Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn pankarta “Komkujiya jinê, komkujiya civakê ye” vekirin. Bi tevlîbûna parlametera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu re gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.    'BI QANÛNA ÎNFAZÊ HAT BERDAN’   Yek ji aktîvîstên TJA’yê Ayşe Işik daxuyanî da û wiha axivî: “Qetilkirnia Nûrbarî bi awayekê aşkere hatiye kirin. Nûrbarî û ferdên din ên malbatê, berê jî rastî gefên heman kesî hatine. Malbatê gelek caran derbarê kes de, gilî kiriye. Lê ji Midûriyeta Polîsan bersivek pir sosret ji bo wan hetiye dayîn. ‘Wê îfadeya wî bê girtin û dure serbest bê berdan.’ Yanî ewlekarî dibêje, ‘gilî nekin. Ji ber ku emê we ne parêzin. Ger gun qatil aciz bikin, wê tiştên hîn xirabtir bi we bike.’ Ligel vê yekê jî malbat gilî dike û birayê qatil tê girtin, lê piştî mehek din bi qanûna înfazê tê berdan. Gelo qatilên Nûrbarî û jinên din tenê bira, hevjîn, heskerî û tecawîzkarin? An jî yên ku van kesan berdidin e? Ev nêzîkatî qatil û tecawîzkaran diparêze.”   'EMÊ HESAP BIPIRSIN’   Dûre wekîla HDP’ê Ayşa Surucu axivî û wiha got: “Em li hemberî berdanan Çawîşê Pispor Mûsa Orhan bi bertekin. Ka edalet li ku derê ye? Heya ku edalet bê bicih anîn, emê li dijî hişmendiya faşîst derbikevin. Hezaran jinên rastî tecawîzê hatine, hene. Hemê hesabê Er, Nûrbarî û hemû jinan bi pirsin.”