Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand 2020-08-28 12:15:29 STENBOL – Polîsan cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest de ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnaya Stenbolê revandin.    Parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de bû duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoya Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Piştî otopsî bi dawî bû li şûna cenaze radestî malbatê were kirin, ji aliyê polîsan ve hat revandin.    Xizmên Tîmtîk û hempîşeyên wê yên li ber ATK’ê rawestiyabûn xwestin ji bo revandina cenaze bibin asteng lê polîsan mudaxileyî wan kir. Polîsan gaza îsotê rewşand girseyê. Polîsan li hin parêzeran da û xwestin çapemeniyê asteng bikin. Piştî mudaxileyê polîsan cenaze revand.    Nehat zanîn ku dê cenaze bibin ku û li cem cenaze ne malbata Tîmtîk û ne jî parêzer hene.