Li Lîcê cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin 2020-08-28 11:13:29   AMED - Li Taxa Bayirli ya girêdayî navçeya Lîcê, cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin.    Li Taxa Bayirli ya girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê, cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin li nêzî Goma Bîlgîn hat dîtin. Şivanekê ku cenazeyê zilam ferq kir, agahî da ekîbên tenduristiyê û eskerî. Ekîbên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku cenaze aydê Alî Yîgît (60) ê ji taxa Bayirliyê ye. Li ser bedena Yîgît şopên guleyan hatin tespîtkirin. Ekîbên tenduristiyê cenazeyê Yîgît  ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Hat îdîakirin ku neyarên malbata Yigît hene.