Polîsê ku Fendîk kuşt 3 sal in negirtî tê darizandin 2020-08-28 09:37:03 COLEMÊRG – Doza Necmettîn Fendîk ê li Geverê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat kuştin 3 sal in doza wî didome û polîsê ku got wî Fendîk kuştiye jî hêj negirtî tê darizandin.    Doza Necmettîn Fendîk ê li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê di 16’ê tîrmeha 2017’an de bi guleya polîsan hat kuştin hêj bi encam nebûye. Têkildarî kuştina Fendîk derbarê polîs A.F.K. de ji aliyê 2’yemîn Dadeha Cezayê Asliyê ya Geverê ve bi sûcê “bûye sedemê kuştina bi qestî” doz hat vekirin. Cara 6’emîn e ku doz tê taloqkirin.    POLÎS HÊJ NEHATIYE GIRTIN    Hevjîna Fendîk, Kudret Fendîk diyar kir ku tevî ku 3 sal bi ser bûyerê re derbas bûye jî edalet pêk nehatiye û bertek nîşanî negirtina polîsê hevjînê wê kuştiye û nayê girtin da. Fendîk da zanîn ku hevjînê wê li ber çavê wê û zarokên wê hatiye kuştin, dê tu carî ji bîr nekin û got: “Piştî ku hevjînê min kuştin zarokên min derxistin derve. Rûyê polîsan rûpoşkirî bû. Saetek wisa hevjînê min li erdê hitşin. Hevjînê piştî du rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xwedê heqê min ji wan re nehêle.”    ‘GOTIYE NE POŞMAN IM’    Fendîk anî ziman ku polîsê hevjînê wê kuştiye poşmaniya xwe neaniye ziman û got: “Polîsê ku hevjînê min kuşt, li pêşberî min û zarokên min got ‘ez ne poşman im.’ Tevî ku wisa got jî nehat girtin. Jixwe parêzerê me girt nedihat danişînan. Kesê li dadgehê wergerê dikir tiştên min digot xelet wergerand. Piştî ev qewimîn me parêzerk nû girt û me ji nûve îtîrazên xwe kirin. Ez dixwazim polîsê hevjînê min kuşt were cezakirin.”