Vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser dermanxaneyan jî dike 2020-08-28 09:02:27   ŞIRNEX – Li Şirnexê dermanxaneyên, ku di  pêvajoya pandemiyê de bi şev û roj dixebitin bi zehmetî û pirsgirîkên mezin re rû bi rû man. Nûnerê Odeya Dermanan a Herêma A 43’emîn a Mêrdîn-Şirnexê  Harûn Sanri got ew di vê pêvajoya koronayê de bi zehmetiyên mezin û krîza aborî re rûbirû mane.    Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) tesîrek neyînî li ser dermanxaneyên bajarên herêmê jî dike. Dermanxane di pêvajoya pandemiyê de bênavber xebitîn û hêj bênavber dixebitin. Hat zanîn ku her çiqas li darmanxaneyan tevdîr hatin girtin jî lê ji ber tevgera li dermanxaneyan gelek xebatkar bi koronayê ketine û ew bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.    Nûnerê Odeya Dermanan a Herêma 43’emîn a Mêrdîn û Şirnexê Harûn Sanri li ser şert û mercên karê wan û pirsgirêkên ku ew rûbirû mane vegot. Sanri anî ziman ku di vê pêvajoyê de xebatkarên dermanxaneyan bi pirsgirîkên mezin re rûbirû man û pêwîste xelk bi awayek cidî li vîrûsê binêre.    ‘NEXWEŞ LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYAN TÊN DERMANXANEYAN’    Sanri anî ziman ku ji ber vîrûs cîdî nayê girtin, têkoşînek bi bandor nayê meşandin belav dibe û dibe sedema xetereyên mezin û got: “Di rojên ewil de xelkê Tirkiyê û cîhanê nizanibûn wê çawa ji koronayê biparêz in. Ji bo xwe parastinê divê ewil xelk tenduristiya xwe bifikire. Lê mixabin li Tirkiyeyê çanda parastina tendûristiyê pir kêm e. Şewb pir cidî nayê girtin. Nexweş şûna ku serî li nexweşxaneyê bidin, serî li dermanxaneyan didin. Ev jî karê me zehmetir dike. Her nexweşekê ku tê dermanxaneyê em hişyar dikin. Dema ku tu hişyar nekî, xwe naparêzin. Dema ku xwe neparastin jî hejmara pêketiyan zêde dibe. Em wekî xebatkarên dermanxaneyan tedbîrên xwe digirin. Lê daxwaza me ji gelê me ew e ku bi giştî û dema hatin dermanxaneyan bi tevdîr tevbigerin.”    2 XEBATKARÊN WAN BI ŞEWBÊ KETINE    Sanri bal kişand ser pirsgirîk û zehmetiyên ku wan di pêvajoya pandemiyê de kişandin û her çiqas wan xwe parast jî lê du xebatkarên wan bi şewbê ketine. Sanir da zanîn ku ji ber nepeydakirina kelûpelên paqijiyê wan gelek zehmetî kişandiye û berê qûtiya maskeyên bi 10 lîreyî dikirîn di destpêka pandemiyê de qutiya maskeyan bi 500 lîreyî jî peyda nedikirin. Sanir got ji ber kêmasiya kelûpelan pirsgirêk û zehmetiyên mezin rû dan.    ‘EM BI KRÎZA ABORÎ RE JÎ RÛBIRÛ MAN’    Sari diyar kir ku  di vê pêvajoyê de ew di heman demê de bi pirsgirîkên aborî re jî rîbirû mane û got: “Di vê pêvajoyê de me derbeyeke giran xwar. Me pirsgirîkên bi vî awayî jî kişandin. Ji ber ku bikaranîna paşîn a dermanên mayî derbas bû, me tengasiyek aborî ya cidî dît û em hin jî dibînin. Ji me re tişta herî sereke tendûristiya civakê ye. Ji ber wê jî em dibêjîn, ger ku em tedbîrên xwe bigirin, em dikarîn bi hêsanî koronayê derbas bikin.”    MA / Zeynep Dûrgût