Ji bo Tîmtîk wê li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarxistin 2020-08-28 08:25:11 STENBOL - Hempişeyên parêzer Ebrû Tîmtîk a di roj 238’emîn çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da li ber ATK’a Stenbolê daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê piştî otopsiya cenazeyê Tîmtîk li ber Baroya Stenbolê merasîmê li dar bixin.   Parêzera girtî Ebrû Tîmtîk a li Nexweşxaneya Sadî Konuk a Bakirkoya Stenbolê dihat girtin û ji bo “darizandinek adîlane” ketibû rojiya mirinê de, di roja 238’emîn de, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tîmtîk ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Hempişeyên wê yên li vê derê radiwestin daxuyanî dan çapemeniyê.   Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku ewê piştî otopsiya cenazeyê Tîmtîk îro saet 10:00’an li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarbixin û cenazeyê Tîmtîk wê bibin Mala Cemê ya Gazî û dûre dê li Goristana Gazî bê definkirin.