Qelbê Ebrû Tîmtîkê sekiniye 2020-08-27 20:35:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB), li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku, qelbê parêzer Ebrû Tîmtîk sekiniye û mudaxileya tibbî tê kirin.    Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB), li ser hesabê xwe yê twîtterê ragigand ku, qelbê parêzer Ebrû Tîmtîk sekiniye û mudaxileya tibbî hatiye kirin.    Parêzer Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de ye, li Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê de tê ragirtin.    Di parvekirina hatiye ev e: "Li Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê qelbê Ebrûyê sekiniye û mudaxileya tibbî hat kiri. Mudaxile didome. Nebza Ebrû Tîmtîkê sekinî. Em pêhesiyan ku bijîşk qelbê wê masaj dikin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe û gelê xwe dikin ku bên ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê!"