Şandeya KCD’ê û DBP’ê serdana Erdîşê û Ebexê kir 2020-08-27 16:57:47   WAN – Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û şandeya li cem wê navçeya Erdîşê serdana malbatan kir û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî li Ebexê bi xelkê re hat cem hev.    Şandeya KCD’ê û DBP’ê li Wanê di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê serdanên xwe didomînin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û yên li cem wê li navçeya Erdîşê serdanê pêk anî. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî li navçeya Ebexê civîna gel pêk anîn.     ‘EM LI KÊLEKA HEV BIBIN YEK’    Hevseroka DBP’ê Aydenîz li Erdîşê di serdana malbatan de axivî û got: “Em her tim di bin zextan de ne. Ya girîng ew e em li cem hev bisekinin. Em naxwazin gelê me yanî malbatên me û partiya me bên miqabilî hev. Dijmin û kujerên gelê kurd gelek in. Em pirsgirêkên xwe ji hev re bêjin û ji hev re bibin çareserî.”    ‘ÊRIŞÎ NIRXÊN ME DIKIN’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di civîna gel a li Ebexê de axivî û da zanîn ku ew hesabê wan welatiyên li ser sînor ji aliyê eskeran ve tên kuştin bipirsin. Ozturk destnîşan kir ku dewlet ji bo ku gelê kurd biqedîne sond xwariye û got: “Ew dibêjin ‘em ê wisa bikin ku ev welat ji kurdan xalî bibe.’ Dixwazin bê kurdan polîtîka were birêvebirin. Tenê ne li parçeyek Kurdistanê êrişî çar parçeyên Kurdistanê dikin. Ji roja ev dewlet ava bûye heta îro êrişên xwe yên li dijî gelê kurd didomîne. Gelê kurd hêj di destûra bingehîn de nayê naskirin. Gelê kurd jî li dijî înkar û nenasîna xwe li ber xwe dide. Îro jî li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd tecrîd tê birêvebirin. Ev tecrîd di heman de li ser gelê kurd tê birêvebirin. Em behsa qirkirina kurdan dikin ku ji 2015’an ve xistine meriyetê. 5 sal in çiqas nirxên gelê kurd hebin êrişî hemûyan dikin. Destdirêjî me dikin û me dikujin. Dema hesabê vê yekê tê xwestin jî dibêjin ‘em dewlet in.’ Lê em jî bi israr dibêjin em ê zilm û faşîzma we qebûl nekin.”   Şandeya DBP’ê û KCD’ê ya 13 roj in li bajarên herêmê “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” birêve dibe îro bi civînên li Wanê bi dawî bû.