‘Li pişt cînayetên jinan pergala hiqûqê heye’ 2020-08-27 14:54:59 ÊLIH - Jinên di Platforma Demokrasiyê ya Êlihê de cih digirin, bertek nîşanî zêdebûna cînayetên jinan dan û gotin: “Li pişt hişmendiya cesaret dike ku jinan qetil bike, pergala hiqûqî heye.”   Jinên rêxistinên civakî sivîl ên cihê xwe di Platforma Demokrasiyê ya Êlihê de digirin, derbarê zêdebûna jinayetên jinan û  berdana bersûcê Îpek Er Çawîşê Pispor Mûsa Orhan de, li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎDH) ya Êlihê Gulbahar Kaya, daxuyanî da û wiha got: “Li herêmê, di demên dawî de em bi tabloyek pir xirab re rû bi rûn. Li pişt cînayetên jinan siyaseta serdest a zilam heye.”    'BÛYER NE TAKEKESIYE’    Kaya, Ebrû Tekîn a di rojên derbasbûyî de, li Êlihê hatibû qetilkirin bibîr xist û wiha got: “Nava rojê li ber çavên her kesî jinek hat qetilkirin. Li pişt hişmendiya cesaret dike ku jinan qetil bike, pergala hiqûqî heye. Tecawîzkar Mûsa Orhan ê di wijdana raya giştî de hat mehkûm kirin, hat berdan. Cînayetên jinan ne takekesiye, giştîye.”   'EMÊ ŞOPDAR BIN’   Kaya, di dawiya axaftina xwe de daxwaza edaletê kir û wiha got: “Bi polîtîkayên ne cezakirinê, faîl tên berdan û ceza li wan nayê birîn. Emê şopdarê doza Îpek Er bin. Em carek din tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan lanet dikin. Ji bo ku jinek din neyê kuştin, divê Peymana Stenbolê bê bi cih anîn.”