Olûç: Yên Mûsa Orhan diparêz in kî ne? 2020-08-27 14:31:32 ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç pirsa kî Mûa Orhan ê tecawizkar diparêze û çima daraz xwedî derketiye kir û got: “Me carek din dît ku gelê kurd bi êrişên sîstematîk re rûbirû ye.”    Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.    Olûç darbarê berdana Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û sedema mirina wê de axivî û got: “Heke li ser medya sosyal xelkê bertek nîşan neda wê nehata girtin. Kiryar Mûsa Orhan çi dibêje ‘ku dixwazi bixwaze biçe gilî bike, tiştek ji min nabe.’ Jixwe dema meriv li vê gotina wî jî dinêre her tişt diyar dibe. Dayika dilşewat a Îpekê dibêje ‘ew bi wê çeka di kêleka xwe de û bi dewletê bawer e.’ Bi rastî jî dewlet û îqtîdar wî diparêz e. Kî wî diparêz e? Yên êrişî kurdan dike û tecawizî wan dike diparêz e. Heke hûn kurd bin ji bo we edalet nîne.”    ‘KÎ TECAWIZKAR DIPARÊZ E?’   Olûç pirsa “Ew kî ne Mûsa Orhan diparêz in?” kir û got: “Em dixwazin bipirsin wê ev bêcezakirin û polîtîkaya parastinê heta ku biçe. Hevkarên sûcê Mûsa Orhan kiriye hene, hebin kî ne? Çend Mûsa Orhanên din hene, yên di bin parastina îqtîdarê de ne û bi polîtîkaya bêcezakirinê tên parastin? Çima daraz xwedî derket? Leşker an jî burokrasiya sivîl an jî darazê Mûsa Orhan parast? Me carek din dît ku gelê kurd ne tekane, bi êrişên sîstematîk re rûbirû ye.”    ‘ZAROKÊN BAŞ ÊN ÎQTÎDARÊ LI SER KAR IN’    Olûç destnîşan kir ku berdana Orhan wê rê li ber tevşîkkirina sûcên êrişên zayendî veke û got: “Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em biryara berdanê şermezar dikin. Ew wek zarokên ‘baş’ ên dewlet û îqtîdarê faliyetên xwe didomînin. Berdana Orhan carek din helwest û rewşa darazê raxist ber çavan û derewên wan derketin holê. Derewa wan jî ew e ku ‘îhtîmala revê’ nîne. Baş e hûn siyasetmedarên me ji bo ku gumana reva wan heye bernadin gelo? Em dixwazin ji vê yekê ji darazê bipirsin.”    ‘QEY TU NE WEZÎRÊ ÊLIH Û WANÊ YÎ?’   Olûç bal kişand ser belavbûna vîrûsa koronayê ya li bajarên herêmê û got: “Li Batman, Amed, Colemêrg û gelek deverên din rewşa koronayê xetereyên mezin bi xwe re tîne. Em ji Wezîrê Tenduristiyê dipirsin; tu wezîrê Stenbol, Enqere û Îzmîrê yî qey tu ne wezîrê Amed, Êlih, Wan û Colemêrgê yî? Tu bi berpirsiyarek çawa tevger dikî.”    ‘LI DERYA REŞ KARESAT HEYE’    Olûç bal kişand ser karesata li Gîrûsûnê û got sedemê rabûna lehiyê bendav, HES in û loma felaket tê serê Derya Reş.