Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne 2020-08-27 12:39:13 STENBOL – Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtiyan ji ber sepanên kêfî 101 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Malbatên girtiyan û parêzeran xwest bi girtiyan re hevdîtin bikin lê daxwaza wan bêbersiv ma.   Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê 14 girtî ji ber sepanên kêfî yên rêveberiya girtîgehê 101 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Girtiyan diyar kiriye wan di 19’ê gulanê de ji ber jimartina bi rêbazê leşkerî û lêdana dijwar û sepanên der mirovî di greva birçîbûnê de ne û piştî 32 rojan çalakiya xwe veguherandine dorvegeriyê û çalakiya wan didome.    Navên girtiyên di greva birçîbûnê de ne wiha ne: Çetîn Yildiz, Îmam Buzî, Saîm Ozdemîr, Muhammed Veysel Adim, Cûmalî Yildirim, Mujdat Korhan, Firat Altûn, Alî Saday, Omer Hayat, Mazlum Donder, Emrah Kina, Omer Bedîr, Feyaz Gulsoy û Mehmet Can Yîgîner.   Li gorî parêzerê Çetîn Yildiz, Îsmaîl Tûran agahî da miwekîla wî ku 9 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn jig ulana 2017’an ve girtî ye ji ber îfadeyên derew girtî ne.    CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ LI WAN BIRÎNE    Tûran da zanîn ku dadgehê ji bo ceza bide miwekîla wî çi ji destê wan hatiye kirine û tevî ku wî xwestiye ceza xera bibe jî lê salek e bersiv ji dadgehê wernegirtiye. Tûran got rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li çalakgeran biriye. Tûran got girtî ji ber greva birçîbûnê gelek zeîf bûne.    BERSIVÊ NADIN WAN    Tûran anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi temamî “kêfî” tevger dike û got: “Me xwest têkildarî daxwaz û pirsgirêkên girtî pê re rûbirû ne bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin bikin lê belê hemû daxwaza hevdîtinê bêbersiv hatin hiştin.”    Tûran destnîşan kir ku daxwazên girtiyan bi awayek bêhiqûqî tên red kirin û name û nivîsên ji Wezareta Dadê re dinivîsin jî tên desteserkirin û tunekirin.    Tûran got ew rewşa girtîgehê ji nêz ve dişopînin û gelek parêzer ji meseleyê haydar in.    WAN AVÊTINE HUCREYA YEK KESΠ   Birayê Çetîn Yildiz, Abdullah Yildiz jî destnîşan kir ku girtî berê jî ketine greva birçîbûnê û piştî bi rêveberiya girtîgehê re hatiye axivîn çalakî bi dawî kirine. Yildiz anî ziman ku piştî rêveberiya girtîgehê guherî zext li ser girtiyan zêde bûne û girtiyan jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Yildiz got girtiyên zextan qebûl nekirine wan avêtine hucreyên yek kesî. Yildiz diyar kir ku ew dixwazin zextên li ser wan demildest bi dawî bibin.    ZEXTAN DIKIN    Yildiz da zanîn ku heta 21 mehan cezayê hevdîtina vekirî û girtî li girtiyên di çalakiyê de ne hatiye birîn û rêveberiya girtîgehê zextan li ser girtiyan dike ku agahî nedin malbatên xwe. Yildiz anî ziman ku rewşa girtiyan ber bi nebaşbûnê ve diçe û ew wek malbata Çetîn Yildiz ji tenduristiya girtiyan bi fikar in. Yildiz got ne Wezareta Dadê û ne kesek din dengê girtiyan û malbatan nabihîze.