Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir 2020-08-27 12:27:00 NAVENDA NÛÇEYAN -  Ciwanê kurdê Mesûd Kadîrî yê ji Îranê çû Îsvîçre, ji ber ku serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin, întîhar kir.    Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw a Navenda wê li Îranê ye, ragihand ku ciwanê kurd Mesûd Kadîrî (31) ê ji bajarê Bokan ê Îranê çû Îsvîçreyê, ji ber ku serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin, întîhar kir. Hat diyar kirin ku Kadîrî,  li stasyona trenê ya Zîegelbrucke ya nêzî kampa penaberan Glasûr xwe avêtiye ser rêya trenê.   Hat dest nîşan kirin ku berî Kadîrî întîhar bike, jê re hatiye ragihandin ku wê polîsên Îsvîçre wî der sînorê Îranê bikin.