Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin 2020-08-27 11:06:58   ÊLIH - Li navçeya Sason a Êlihê, di şerê di navbera du malbatan de jina 19 salî Mîzgîn Toparli hat kuştin.   Li navçeya Sason a Êlihê, di şerê di navbera du malbatan de jina ciwan a 19 salî Mîzgîn Toparli hat kuştin û bavê wê Şîrîn Toparli hat birîndarkirin. Bûyer duh bi şev li Taxa Gurpinar a navçeya Sasonê pêk hat. Di navbera her du malbatan de destê nîqaş derket. Dûre nîqaş veguherî şer. Li gorî îdîayan Nazmiye Kaban a 40 salî di bûyerê de Mîzgîn Toparli kêr. Bavê Mizgîn Şirîn Toparli jî di şer de birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, birîndar rakirin nexweşxanê. Ligel hemû hewldanan jî Mîzgîn Toparli jiyana xwe ji dest da.   Piştî bûyerê, Nazmiye Keban a bû sedema kuştina Mizgîn û gelek kes hatin binçavkirin.