Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim 2020-08-27 10:52:35   STENBOL – Hunermend Melek Mosso li ser dikê ji ber ku got “Peymana Stenbolê dide jiyandin” bi darê zorê jialiyê polîsan ve hat daxistin. Mosso got ew ê tim li dijî neheqiyê be.    Stranbêj Melek Mosso di 22’ê tebaxê de li Aqua Florya ya Stenbolê konserek da. Mosso li ser dikê qala Peymana Stenbolê kir û ji ber ku got “Peymana Stenbolê dide jiyandin” bi darê zorê ya polîsan ji ser dikê hat daxistin. Derbarê Mosso de nûçeyên berevajî hatin çêkirin û wê hedef nîşandan.    Li ser vê yekê Mosso li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got: “Piştî min konsera xwe diyarî rûhê wan jinên tên kuştinê kir û min got Peymana Stenbolê dide jiyandin û dûre jî min strana ‘Keklîk gibi (wek kewan e)’ strî, temaşevanan li ser pêya li çepikan da. Hin kesên ji ber gotinên min aciz bûn bang li polîsan kirin û min bi darê zorê ji dikê daxistin. Lê ez dibînim mijarê ber bi aliyek siyasî ve dikişînin, lê ev bê mane ye. Qeyda deng a konserê di destê min de hene. Ez ê her tim li dijî newekheviyê rawestim û bila hezkirî û guhdarên min qet gumana wan ji vê yekê tune be.”