Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin 2020-08-27 09:53:56 STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya CÎSST’ê Berîvan Korkût, diyar kir ku ji destpêka pêvajoya şewba vîrûsa koronayê ve, li girtîgehan mafê tenduristiyê ji hola hatiye rakirin û got: “Ev rewş ji bo girtiyan dibe sedama pirsgirêkên cîdî.”   Di rojên dawî de bi zêdebûna pêketiyên şewba vîrûs korona (Kovîd-19) re, ji nû de hemû nêrîn veguherîn ser girtîgehan. Ji destpêka pêvajoya şewba vîrûsa koronayê ve, li girtîgehan dibin navê bergiriyan de mafê hevdîtina vekirî û girtî, qadên hevpar ên spor, atolye û  pirtûkxane hatin qedexekirin û ji bo qawîşên amûrên paqijiyê yên pêwîst an qet nayê dayîn, an jî pir kêm tên dayîn. Rayedarên girtîgehan dîsa dezenfektanê, rûpoş û lepikan nadin girtiyan û di qawîşên biçûk de gelek girtî dimînin. Ev jî riska bi şewbê ketinê zêdetir dike. Di heman demê girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk heyîn  jî sewqî nexweşxaneyan nayin kirin, dermanên wan nayin dayîn û li ser girtiyan tedawiya bi kelepçekirî tê ferzkirin.    LI GIRTÎGEHAN TECRÎD HEYE     Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sîvîl a Di Pergela Girtîgehan De (CÎSST) Berîvan Korkût, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ew nizanîn çiqas girtî bi şewbê ketine û derbarê vê yekê de agahiyek zelal tuneye. Korkût, anî ziman ku Serokatiya Malên Ragirtîn û Cezayê (CTE) di 25’ê Hezîranê de daxuyaniyek da û wiha got: “CTE di vê daxuyaniya xwe de gotibû 91 girtî bi şewbê ketine. Lê ev   hejmar ji bo me qet rast nehat. Divê Wezareta Dadê, dem bi dem derbarê rewşa girtiyan de daxuyanî bide. Lê ev 2 mehin Wezareta Dadê di nava bêdengiyek mezin deye. Ev jî dibe sedem ku xizmên girtiyan guman û fikarên mezin bijîn. Em bergiriyên ji dest pê ka şewbê ve hatin girtin rexne dikin. Şewb ji bo wan bû hincetek mezin. Her tim şewbê weke hincet derdixin pêş girtiyan. Bi vî awayî girtî tecrîd kirin. Hemû girtî niha dibin tecrîd mezin dene. Ev rewş li girtîgehan tê jiyîn, ne pêkane ku bê qebûl kirin. Êdî ev rewş veguheriye, asta binpêkirina mafan.”    ‘ENCAM WÊ GIRAN BE’   Korkût, da zanîn ku rewş êdî wisan bûye, xizmeta tenduristiyê ya li girtîgehan ber bi qedandinê ve diçe û wiha bilêv kir: “Ji bilî nexweşên lezgîn, girtiyên din sewqî nexweşxaneyan nayin kirin. Ev ji bo girtiyan rewşekê pir cîdî û bi pirsgirêke. Derbarê rewşa beşên karantînayê de, gilî ji bo me tên. Bi pêkanîna karantînayê girtiyan tecrî dikin û pêdiviyên girtiyan ên bingehîn nayîn pêşwazî kirin. Têkildarî girtiyan fikarên mezin û cîdî hene. Lê Wezareta Dadê ji bo derbaskirina van fikaran tu daxuyaniyekê zelal na de. Divê derbarê şert û mercên girtîgehan û rewşa  girtiyan de, bi awayekê bi rêk û pêk daxuyanî bên dayîn.”    MA / Kadir Guney