Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan 2020-08-27 09:03:43   MÊRDÎN - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di 38 mehan de di bin navê "Tazmînata Hevsengiya Civakiyî" de bi milyonan pere daye 120 polîsên ku bi awayekî "demborî" ew dane peywirdarkirin.    Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Lê belê di dema qeyûm de nelirêtiyên mezin hatibûn kirin û her diçe ev nelirêtî derdikevin holê. Di dema Waliyê Mêrdînê yê berê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman de, gelek nelirêtî bi belgeyan derketin holê. Vê carê jî derket holê ku qeyûm di 38 mehan de di bin navê "Tazmînata Hevsengiya Civakiyî" de bi milyonan pere daye 120 polîsên ku bi awayekî "demborî" ew dane peywirdarkirin.    38 MEHAN PERE DANE POLÎSAN    Qeyûm, di bin navê "Tazmînat Hevsengiya Civakiyî" de her meh hezar lîre daye polîsên li Şareariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi awayekî "demborî" hatine peywirdarkirin. Ev pere tam 38 mehan hatiye dayîn.    Her wiha Wezareta Tenduristiyê di bin navê "tazmînata terorê" de jî pere dane polîsn bi awayekî "demborî" li şaredariyan hatine bicihkirin. Tê diyarkirin di bi navê "Tazmînat Hevsengiya Civakiyî" de nêzî 4 milyon pere hatiye dayîn. Tê gotin pereyê ku hatiye dayin dijî qanûnê ye.    MA / Ahmet Kanbal