Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir 2020-08-26 15:33:01   RIHA – Rêxistina HDP'ê ya Rihayê  bernameya 1'ê îlonê aşkere kir. HDP dê li navenda bajar û navçeyan bi gel re bê cem hev.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi raya giştî re parve kir. Rêxistina HDP'ê dê di navbera 28 – 31'ê tebaxê de li navenda bajar û navçeyan bi gel re bê cem hev. HDP dê bi dirûşmeya “Em bi hevre li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê biqîrin" bi gel re bê cem hev. HDP dê di çarçoveya bernameyê de esnaf, rêxistinên civakî û gel ziyaret bike. HDP'ê têkildarî bernameyê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Emine Çetiner, û endamên Meclîsa HDP'ê amade bûn. Çetiner, daxuyanî da û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir. Çetîner, bal kişand ser rola Ocalan a aştiyê û wiha got: "Rola Birêz Ocalan a di aştiyê de gelek zêde ye. Lê niha Birêz Ocalan di tecrîdê de ye û deriyên çareseriyê digirin. Em ê di 28, 29, 30 û 31'ê Tebaxê de li navenda Bajar û navçeyên Rihayê bi gel re bên cem hev. Ji bo hevdîtina gel û banga 1'ê Îlonê em ê belavokên destan belav bikin. Em ê bi civîna çapemeniyê û daxuyaniyan bal bikişînin ser tecrîdê. Em ê li dijî tecrîdê û şer azadî û aştiyê bixwazin. Em ê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Parka Abide Ali Şellî saet di 16.00’an de kom bibin û heta Navenda Kar a Ahmet Bahçıvan bimeşin. Em ê zincîra mirovahiyê çêkin û li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê."