Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were 2020-08-26 13:15:32 AMED – Li Amedê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê “zincîra aştiyê” pêk were.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de wê li Stenbol, Amed, Edene, Riha, Wan, Enqere û Îzmîrê çalakiya “zincîra aştiyê” li dar bixe.    Mitînga 1’ê Îlonê ya her sal li Amedê dihat lidarxistin bi boneya vîrûsa koronayê dê îsal pêk neyê. Lê belê HDP’ê wê di şûna mitîngê de ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê dê çalakiya “zincîra aştiyê” pêk bîne.    HDP li Amedê wê 4 roj çalakiyên 1’ê îlonê birêve bibe û dê li 17 navçeyên Amedê serdana xelkê û esnafan were kirin.   Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan derbarê plansaziya bernameya 1’ê Îlonê de agahî da û got ew ê “Bernameya Têkoşîna Amedê” bi rêzeçalkiyan bi dawî bikin û ji bo vê yekê jî serî li walîtiya Amedê dane.    Ceylan destnîşan kir ku bi dawîbûna bernameya 3 mehan re bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dê bi dirûşma “Em hemû bi hev re li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” pêvajoyê bi rêxistin bikin.    JI DERIYÊ ÇIYÊ HETA DERIYÊ RIHAYÊ    Ceylan da zanîn ku ew bi boneya pandemiyê dê îsal mitînga 1’ê Îlonê li dar nexin û bi armanca tevdîrên dijkoronayê dê çalakiya “zincîra aştiyê” li dar bixin û dê ev çalakî ji Deriyê Çiyê heta Deriyê Rihayê li ber bedenên Amedê pêk bînin. Ceylan got ew ê li 17 navçeyan serdana esnaf û xelkê xwe bikin û dê serdana rêxistinên civakî yên sivîl jî bikin. Ceylan diyar kir ku ew ê fikriyata HDP’ê berfireh bikin û dê bikin fikriyatek civakî.