Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye 2020-08-26 11:51:58 NAVENDA NÛÇEYAN – Hat zanîn ku dadgerê ku tecawizkar Mûsa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er beriya niha bi demek kurt daxwaza wezîfeya nû kiriye lê belê ev daxwaza wî hatiye redkirin. Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê li navçeya Qûbînê ya Êlihê destdirêjî Îpek Er kir û pişt re Er dawî li jiyana xwe anî û piştî 34 rojan di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hêrsa xelkê Mûsa Orhan ji sûcê “êrişa zayendî ya bi wesf” hatibû girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê duh bi şev derbarê Orhan de biryara berdanê da û hat berdan.    Dihat payîn ku Mûsa Orhan di 16’ê cotmehê de derkeve pêşberî dadger û danişîna yekemîn pêk were. Lê beriya danişînê hat berdan.    Hat zanîn ku Orhan li ser daxwaza îtîraza parêzerê xwe Mehmet Erkan Akkûş hatiye berdan.    DADGER XWESTIYE WEZÎFEYA WÎ WERE GUHERTIN   Hat zanîn ku dadger Îsmaîl Kizilelma yê li vê dozê dinêre û derbarê Mûsa Orhan de biryara berdanê daye beriya niha bi demek kurt ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) daxwaz kiriye ku wezîfeyek nû bidinê û cihê wî were guhertin. Lê HSK’ê vê daxwaza dadger red kiriye.