Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe 2020-08-26 11:07:18   MÊRDÎN – Rêveberiya Zanîngeha Artûklûyê derbarê lêpirsîna ku ji bo wan hatiye destpêkirin daxuyanî da û got lêpirsîna mufetîşan didome û nûçeya derbarê wan de jî bi “qestî” hatiye çêkirin.    Saziya Hindekariya Bilind (YOK) derbarê rêveberiya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê de ji ber nelirêtiyê lêpirsîna dabye destpêkirin. Ajansa me duh vê nûçeyê ji raya giştî re ragihand.    Rêveberiya zanîngehê têkildarî lêpirsînê de daxuyanî da û diyar kir ku lêkolîna mufetîşên ji aliyê YOK’ê ve hatine wezîfedarkirin didome. Rêveberiya zanîngehê derbarê nûçeya me de jî îdia kir ku “armanca nûçeyên hatine çêkirin lawazkirina sazî û xebatkaran” e û “bi taybet û qestî” hatine çêkirin.    Zanîngehê xwest bi vê daxuyaniyê lêpirsîna xwe bincil bike û nûçeyên hatine çêkirin jî bike armanca xwe û ser tiştên qewimîne veşêre.