Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin 2020-08-26 09:58:55 ÊLIH – Li nexweşxaneyên Êlihê ji ber pêketiyên koronayê cih nema. Tê gotin rojane testa 350 kesî pozîtîf derdikeve. Pêketiyên koronayê yên dixwazin biçin nexweşxaneyan jî ambûlans wan nabin. Ev dibe cihê nîqaşê. Hevserokê SES’ê Denîz Topkan got hefteya bihûrî 7 kesên di dora lênêrîna awarte disekinîn mirin. Di demên dawî de yek ji bajarê herî ku vîrûsa koronayê lê belav bûye Êlih e. Ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê pergala tenduristiyê li Êlihê teviziye. Ji ber tevdîrên nayên girtin li Êlihê her roja ku diçe pêketiyên nû zêde dibin. Li Êlihê test pir hindik tên kirin. Bertek ji bo vê hindikbûnê hat nîşandan, niha rojane hejmara testan derxistine 700’î. Nîvê testan pozîtîf derdikeve. Heta niha li Êlihê testa 15 hezar kesan pozîtîf derketiye û 40 kes di bin çavdêriya komên fîlyasyonê de ne.    Ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê ku wek nexweşxaneya pandemiyê xizmetê dide cih nemaye. Welatiyên bi koronayê dikevin jî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û welatî bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.    MALBATEK QALA TIŞTÊ HATIYE SERÊ WAN VEDIBÊJE    Xezal Açikalin (47) di 8’ê tebaxê de testa koronayê dike û pozîtîf derdikeve. Ji ber li nexweşxaneyê cih nemaye ew neçar dimîne bi wesayîtên komguhêz biçe malê. Açikalin li malê di karantînayê de bû. Duh rewşa wê xerab bû û serî li bijîşkê malbatê yê herî nêz da. Hekîm wê arasteyî nexweşxaneyê kir.    Li ser vê yekê hevjînê Xezal Açikalin, Îsmet Açikalin ewil li nexweşxaneyek teyabet geriya û bersiva neyînî wergirt. Dûre Îsmet Açikalin li 112’an ambûlansê geriya û xwest ambûlansek biçe wan bibe nexweşxaneyê. Ambûlans çû ber malê û xebatkarên tenduristiyê gotin ew nexweşên Kovîd-199 nabin nexweşxaneya taybet û tenê dikarin bibin Nexweşxaneya Dewletê.    Li ser vê yekê Îsmet Açikalin li Walîtiya Êlihê geriya. Rayedarên walîtiyê wî arasteyî Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr kir û wan jî wî arasteyî maseya krîzê kir. Lê dîsa jî encam bi dest nexist.    Îsmet Açikalin tiştên ku bi serê wan ve qewimîn wiha vegot: “Ambûlans hat, min hevjîna xwe lê siwar kir û di hundir de sekinîm. Min vîdeoyêk kişand. Min got heke hûn hevjîna min nebin, ez ê dîmen bidim çapemeniyê. Li ser vê yekê gotin em ê li polîsan bigerin. Pişt re me birin nexweşxaneyê. Çima nexweşên me nabin nexweşxaneyan. Nexweşxaneya Dewletê bi dev re tije bûye, em naxwazin biçin wir.”    Açikalin da zanîn ku pergala tenduristiya li Êlihê teviziye û got: “Em bi derfetên xwe li nexweşxaneyê vegeriyan. Em çi bikin dema em biçin nexweşxaneyê û vedigerin wesayîtên komguhêz bikar bînin.”    NÎVÊ TESTAN POZÎTÎF DERDIKEVE    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Êlihê Denîz Topkan diyar kir kul i Êlihê testên ku rojane tên kirin nîvê wan pozîtîf derdikevin. Topkan da zanîn kurayedarên saziyên fermî helwesta “em dizanin” nîşan didin û heta niha Miduriyeta Tenduristiyê û walîtî li xwe mikûr nehatiye û ev jî cidîbûna rewşê dide nîşandan. Topkan destnîşan kir ku komên fîlasyonê li Êlihê 40 hezar kesî çavdêrdikin û li bajêr 3 hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê hene 700 heb ji van testa wan pozîtîf derketiye. Topkan anî ziman ku hejmara pêketiyan her roja ku diçe zêde dibe, pergala tenduristiyê têrê nake û divê rayedar hin bêtir derfetên xwe bixin dewrê.    7 KES MIRIN   Topkan destnîşan kir ku hefteya bihûrî li Êlihê 7 kesên bi koronayê ketibûn û di dora lênêrîna awarte de disekinîn jiyana xwe ji dest dane û ji ber ev yek metirsiyê çê dike xelk neçar dimîne nerazîbûna xwe bîne ziman.    MA / Metîn Yoksû