Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt 2020-08-26 09:05:00 STENBOL –  Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, betalkirina tevdîrên der barê şewba Covîd-19'ê de rexne kirin û got, ji ber şert û mercên xiran gelek bijîşk îsitifa kirine û bijîşkên ciwan jî dixwazin biçin derveyî welêt.  Bi pêvajoya "asayîbûnê" ya der barê şewba Covîd-19'ê re hejmara pêketiyên şewbê her diçe zêde dibin.  Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, bal kişand ser polîtîkayên têkoşîna li dijî şewbê û îstifakirina bijîşkan a ji ber van polîtîkayan û şert û mercên xebatê yên bijîşkan.   Saîp, destnîşan kir ku serdema ewil a şewbê didome û her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe. Saîp, anî ziman ku piştî 1'ê Hezîranê, bi betalkirina tevdîrên ji bo şewbê re hejmara pêketiyan zêde bûye û ji bo sedemên berbelavbûna şewbê got: "Azmûnine ku bi milyonan xwendekar tevli wan bûn hatin çêkirin. Sîrkulasyonine pir cidî çêbûn. Di vê navê de Stenbol pir qelebalix bû. Hejmara nexweşên li Stenbolê pir bûn. Çûn û hatina vê derê bi awayekî bêkontrol hat kirin. Lewma nexweşîn li hemû herêman belav bû. Bi hin krediyan turîzm hat teşwîqkirin. Her wiha merasîma vekirinê ya Ayasofyayê hat kirin."    Saîp, îqtidarê di têkoşîna li dijî şewbê de xwestiye îmajeke serketî bide der û got, gere îqtidar û gel fêm bike ku li holê pirsgirêkeke mezin heye û li gor vê pirsgirêkê tevdîr bên girtin.    Her wiha Saîp, bilêv kir ku nizanin der barê pêvajoyê de çawa û kengî biryar tên girtin û got: "Tenê rayedar dibêjin me ev biryar li gor pêşniyarên desteya zanistê girtine. Lê belê em nizanin rêveberiyê kîjan biryar pêşniyar kirine an jî kîjan biryar qebûl nekirine." Saîp ji bo daneyên der barê pêketiyan de jî destnîşan kir ku bia wayekî hûrgulî nizanin û got: "Her wiha divê em bi her agahiyê zanibin. Ev agahî êdî li tevahiya cîhanê tên dayîn. Ji lewra leza berbelavbûna şewbê li her derî ne wekî hev e. Qet nebe divê ev tevî sendîka û odeyên pîşeyî tên têkildarî vê warî bên kirin. Lewra divê raya giştî bê qanehkirin ku pêvajo rast t meşandin."    ‘EM NIZANIN TEST ÇAWA TÊN KIRIN'    Saîp, anî ziman ku di demên dawî de Wezareta Tenduristiyê radigihîne ku rojê 92 hezar test tên kirin û got: "Kî tê testkirin. Divê ev bê diyarkirin. Gelo qey heman kes cardin tên testkirin. Em nizanin. Em bi hûrgiliyên vê yekê nizanin."    ‘TÊKOŞÎNEKE HEVPAR'    Saîp, destnîşan kir ku divê nexweşîn ne li nexweşxaneyan li xizmetên tenduristiyê yên sereke bê şopandin û got: "Li holê nexweşîneke pir cidî heye. Divê tevdîr bên girtin û em bi têkoşîneke hevpar dikarin vê bi hev re bikin."    ‘BIJÎŞKÊN CIWAN DIÇIN DERVEYÎ WELÊT'    Saîp, da zanîn ku bijîşk îstifa dikin û got, bijîşk bêyî ku li benda dema xwe ya teqawidbûyînê bisekinin teqawid dibin. Saîp got: "Her wiha gelek bijîşkên ciwan jî diçin derveyî welêt. Her diçe hejmara wan zêde die. Nexasim jî piştî 'bernameya veguherîna tenduristiyê' gelek kes ji ber pergala performansê ji vê pîşeyê sar bûye. Lewma gelek hevpîşeyên me yên ciwan diçin derveyî welêt. Ev ji bo pêşeroja welatê me pirsgirêkeke cidî ye."   Saîp, destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê hem di warê aborî hem jî di warê şert û mercên xebatê de pir ditengijin û got, pêdivî bi pergaleke baş a tenduristiyê heye.    MA / Îdrîs Sayilgan – Kadîr Gunay