Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e 2020-08-26 09:04:47 ŞIRNEX - Ji girtiyên nexweş Tenzîle Acar her ku diçe rewşa wê giran dibe. Dayika Acar Rişmiye Acar xwest ku keça wê were berdan û got: “Diz û kujer hemû hatin berdan lê kesên ku sûcên wan tune jî terkî mirinê tên kirin. Ev sepanek ne însanî ye.”  Li girtîgehên Tirkiyê zext, êriş, binpêkirina mafan û gelek sepanên din tên birêve birin û her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 458 girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran in hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê hezar û 334 girtî jî nexweş in û divê bên dermankirin. Tevî raporên girtiyan ku “nikarin li girtîgehê bijîn” jî nayên berdan.    Yek ji van girtiyên nexweş jî Tenzîle Acar e û ew li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin. Ji sala 2017’an vir ve di girtîgehê de ye û nexweşiya Hepatît B, lê peyda bûye.    Dayika Acar, Rişmiye Acar derbarê rewşa keça xwe de axivî û diyar kir ku polîtîkayên ku li dijî girtiyên siyasî pêk tên, dijîtiya edalet û hiqûqê ye. -   ‘EV NE HIQÛQÎ Û NE JÎ ÎNSANÎ YE’    Acar anî ziman ku rewşa keça wê her roj ber bi xetereyê ve diçe û got: “Keça min ev 4 sal in di girtîgehê de ye. Dema ku hat girtin, gelek êşkence lê kirin. 15 rojan bênavber êşkence lê kiribûn. Lêvên wê teqandibûn. Birine nexweşxaneyê, li vir gotine ‘tiştek wê nîne.’ Bijîşk ji rastiyê direve û newêre rastiyê bêje. Keça min nexweş e. Tedawiya nexweşiya wê tune ye. Şert û mercên girtîgehê rewşê girantir dike. Wexta ku dibin nexweşxaneyê jî gardiyan û leşker bi hev re dikevin hundir. Ji ber vê jî nikare muayene bibe. Ev rêbaza tedawiyê jî nayê qebûl kirin. Ev tiştek ne hiqûqî û ne jî însanî ye.”   ‘TENZÎLE NIKARE BI TENÊ BIJÎ’    Acar da zanîn ku di girtîgehê de tu tedbîr nehatine girtin û wiha domand: “Di qawişekê de 28 kes dimînin. Di rewşeke wiha awarte de çawa dibe ku 28 mirov di cihek biçûk de tên sekinandin. Tenzîle nikare li wir bijî. Tiştên ku ew bikar tîne, divê kesek din bikar neyne. Jixwe ne maske û ne jî lepik didin wan. Bi tu awayî tedbîr tune ne. Girtîgeh qadeke ne paqij e. Hewceye ku girtiyên nexweş bên berdan. Diz û kujer hemû hatin berdan, lê kesên ku sûcên wan tune jî terkî mirinê tên kirin. Ev tiştên ku li ser girtiyan tên kirin ne însanî ye. Hewcehiyên wan nadin wan. Ji ber nexweşiya wê ya heyî dibe ku gelek lazimiyên wê hebin, lê nadinê. Em jê re bişînin jî nadinê. Heta ku kincên wan jî rêveberiya girtîgehê diyar dike. Rengên ku ew nexwazin divê nekevin girtîgehê.”   ‘KEÇA MIN DIŞÎNIN MIRINÊ’    Acar di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Dadê kir û got: “Divê wezaret adilane tevger bike. Ji ber şewba vîrûsa koronayê hevdîtin pêk nayên. Hevdîtin li ser telefonê pêk tên. Ji ber ku em nabînin em nizanin ka çawa ye. Her roj bi ser qawişa wan ve digirin. Diçin firaqên wan, pirtûkên wan hemûyan li hev dixin. Xwarinên wan nebaş in. Gelek caran bêxwarin dimînin. Tedawîkirina dereng keça min dişîne mirinê û li keça min dermankirina bi kelemçekirî tê ferzkirin. Divê keça min demildest were berdan.”    MA / Zeynep Dûrgût