80 penaber noqî deryayê bûn 2020-08-26 07:41:32 NAVENDA NÛÇEAYAN - Li Girava Herke ya nêzî Girava Rodos a Yunanistanê keştiya 80 penaber lê suyar bûbûn, noqî ava deryayê bû.  Li Girava Herke ya li Rojavayê Girava Rodos a Yunanîstanê keştiya ku 80 penaber lê suyar bûbûn noqî avê bû. Midûriyeta Kendavê ya Girava Rodosê yekîneyên noqer û helîkoptera Super Puma şandin alîkariyê. Piştî keştî noqî avê bû yekîneyên hawarê dest bi lêgerînê kirin.