Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin 2020-08-25 18:57:50   MÊRSÎN – Heyeta KCD û DBP'ê, li Mêrsînê seredana Şaxa KESK'ê ya Mêrsînê, Baroya Mêrsînê û MEÎSAD'ê jî kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya kampanyaya HDP'ê ya bi dirûşmeya "Em ê bi hev re xwe birêxistin bikin, bi hev re bihêz bibin" de li Mêrsînê seredana hin saziyan kir. Heyeta ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê keskîn Bayindir, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan jî di nav de, seredana Şaxa KESK a Mêrsînê, Baroya Mêrsînê û MEÎSAD'ê kir.    Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê di seredana Komeleya Pîşesaz û Mirovên Kardêr a Mêrsînê de axivî û bal kiaşdn ser rewşa aborî ya li Tirkiyeyê. Guven got: "Li herêma ku hûn jê re dibêjin bajarên rojhilatê û em jî jê re dibêjin Kurdistan, hîn jî zengîniyên binerdî wekî xwe ne. Yanî di navebar wê û herêma Rojavayê de tenê têleke heye. Li wê herêmê ew qas petrol heye. Ma qey li vê derê tuneye? Li vê derê jî heye, lê hîn jî neşter li vê derê nehatiye xistin. Ji lewra li wir pirsgirêkeke mezin, pirsgirêka kurd heye. Hin kesan ji vê re got, şerekî biçûk, hin kesan jî tiştine din gotin. Lê heger em navê wê rast bilêv nekin, em ê nikaribin çareser bikin. Loma em her tim dibêjin pirsgirêka kurd. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a kurd heye. Li Tirkiyeyê hêjariyeke mezin û newekheviyeke pir mezin heye. Nîviyê welêt zengîn e, çima nîviyê din birçî ye. Heger wisa be, naxwe pirsgirêk heye. Loma li vî welatî gotina rêxistinên civaka sivîl pir girîng e."    Dû re Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn abyindir axivî. Bayindir got: "Em ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji zûv de ye têdikoşin. Em rasterast muxatabê vê prisgirêka siyasî, civakî û aborî ne. Li welatê me krîzeke aborî heye. Sedema vê krîza aborî jî, krîza siyasî ye. Encamên vê yekê bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Ev rewş hatiye wê astê ku êdî nayê birêvebirin. Nexasim jî em bi îqtidareke wisa re rû bi rû ne ku bi êrîşên xwe yên li ser gelê kurd re dixwaze ser pisgirêkên sereke bigire."    Herî dawî Serokê Desteya Rêvebir a MEÎSAD'ê Hasan Engîn axivî. Engîn, bal kişand ser tifaqên siyasî û got, divê zimanê siyasetê zimanekî nerm be.