Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye 2020-08-25 18:19:07 AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî, bertek nîşanî helwesta Turk Telekoma a li dijî zimanê kurdî da û got: "Gelheya civakekê ji çend kesan pêk tê bila bê, rasterast û nerasterast sansûrkirina zimanê dayikê yê civakekê û astengçêkirin li ber wergirtina xizmeta bi zimanê xwe, bi xwe cudakarîya etnîkî ye.” Jina 65 salî Fevziye Başaranê xwestibû xeta telefonê ya li ser navê xwe bigire. Lê ji ber ku Başaranê bi tirkî nizanibûye, ji dêvla wê kurê wê telefonê Turk Telekomê kiriye. Lê belê Turk Telekomê ji kurê wê re gotiye "gere diya te biaxive", lê piştî kurê wê gotiye "diya min bi tirkî nizane", Turk Telekomê gotiye "An wê bi tirkî an jî bi erebî" biaxive.    Tora Ziman û Çanda Kurdî jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê helwesta Turk Telekomê da.    ‘DAXUYANIYA TELEKOMÊ BEYANA BAŞARAN ÎSPAT DIKE’   Torê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Navenda Çapemenîyê ya Turk Telekomê têkildarî vê mijarê di 23’yê Tebaxê de daxuyanîyeke çapemenîyê belav kiriye û got: “Daxuyanî bi qasî wan muameleyên ku Omer Başaran di beyana xwe de gilîyê wan kirîye, gotinên nijadperest û cudakar li xwe digire û wisa ne ku beyana Başaran îspat dikin. Wexta ku mirov li daxuyanîya Turk Telekomê dinêre, dibîne ku neçûye nav hûrgilîyên mijarê, fîrmayê ji bilî înkarkirina beyana Başaran tu pêwîstîyek bi daxuyanîyeke teknîk nedîtîye. Em dibînin ku fîrmayê di mijara navborî de dayika ku rastî mexdûrîyetê hatîye bi dîqet wernegirtîye û tevî vê yekê di proseya “çareserkirin”a pirsgirêkê de dîsan tenê Omer Başaran muxatab wergirtîye. Tiştê herî balkêş jî ew e ku fîrmayê nexasim xwe ji bikaranîna peyvên kurd û kurdî dûr girtîye. Tevî vê yekê, Turk Telekoma ku tê gotin mameleyeke cudakar pîşan daye, heçku dixwaze tawanê bixe ser Başaran, hişyarî daye ku “gel bi tehrîkê nexape” û banga îtîdalîyê kirîye.”   ‘HÛN Ê BI ZIMANÊ KURDÎ PEYWENDIYÊ BI GELÊ KURD RE DEYNIN?’   Torê xwest ku fîrmaya Turk Telekomê bersiva van pirsan bide:    "1- Li 81 bajaran hetta tew angaşta we ew e ku bêyî ku hûn cudahîyê bixin navbera dîn, ziman û nijadekê xizmetê didin. Mirovên ku hûn xizmetê didin wan di nav wan de bi mîlyonan kurd hene. Gelo xizmeteke we ya wisa heye ku hûn bi zimanê kurdî peywendîyê bi gelê kurd re deynin?   2- Xizmetguzarîya mişterîyan a fîrmayan hevdîtinên xwe “ji bo kalîteya xizmetê” tomar dikin. Eger angaştên we rast in, hêsantirîn rê ji bo vê yekê ew e ku hûn qeydên dengan bi rizamendîya muxatabên xwe û bêyî ku nihênîtîya jîyana taybet binpê bikin, parve bikin. Gelo xebateke we ya wiha heye?   3- Ew rênimayîyên ku hûn di daxuyanîya xwe de wan dupat dikin çi ne gelo? Gelo îbareyek di wan rênimayîyan de heye ku xizmeta bi kurdî qedexe dike?   4- Bûyera navborî çavkanîya xwe yek ji sereketîrîn pirsgirêkên Tirkîyeyê werdigire. Lê belê wexta ku mirov li daxuyanîya we dinêre, digihîje wê encamê ku hûn neçûne nav hûrgilîyên teknîk û tevî vê yekê we pêwîstî pê nedîtîye ku hûn hestyarîyeke kafî nîşan bidin. Gelo nîyeteke wisa ya fîrmaya we heye ku di mijarên wekî nijadperestî û cudakarîyê de helwesta xwe biguherîne ku asteng in li ber wergirtina xizmetê?”   ‘TU KES Û SAZÎ NIKARIN KURDÎ SANSÛR BIKIN’   Torê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Wek encam, gelheya civakekê ji çend kesan pêk tê bila were, rasterast û nerasterast sansûrkirina zimanê dayikê yê civakekê û astengçêkirin li ber wergirtina xizmeta bi zimanê xwe bi xwe cudakarîya etnîkî ye. Zimanê ku mirov bi azadtirîn îradeya xwe xwe îfade dikin, zimanê wan ê dayikê ye. Cudakarîya li dijî zimanê kurdî ku bi deh mîlyonan axêverên wê hene bi tu awayî nayê qebûlkirin. Wexta ku li ser vê yekê angaşt yan beyanek hebe, tu sazî, dezgeh û rêxistinek nikare bi awayekî serpilkî û bi daxuyanîyên jiberkî li meseleyê binêre. Her sazî û kes divê xwe ji îfadeyên tehrîkker dûr bigire lê belê wexta ku mijar gelên bêstatû bû, bi taybetî pêwîst e xwe jê dûr bigirin. Heçî sazîyek e ku dibe sedema astengan ku kurd bi zimanê xwe xizmetê wernegirin, ne di wê pozîsyonê de ye ku bangewazîya bitehrîknehatin û îtîdalê bike; berevajî vê yekê ew bi xwe di wê pozîsyonê de ye ku ev bangewazî li wê were kirin. Û kurdî ku zimanê gelê kurd e, tu kes û sazîyek nikare di metnekê de ku mijar bi xwe tê de kurdî ye qet jê behs neke û bi awayekî sansûr bike.”