ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan 2020-08-25 14:21:54   ENQERE – Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê ji têkildarî girtina çalakgerên Kolana Yukselê bang kir û xwest werin brdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqerê têkildarî girtina Acûn Karadag, Alev Şahîn, Nazan Bozkûrt, Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbeş û Mahmût Konûk ên li Kolana Yukselê ji bo vegera karê xwe çalakî li dar dixistin û hatin girtin civîna çapemeniyê li dar xist. Endama û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Rêvebera ÎHD’ê Melîke Gîray di civînê de axivî û bal kişand ser îxrackirina însanan ji karê wan û got 140 hezar însan bi KHK’iyan ji karê xwe bûne. Gîray da zanîn ku ev însan her roj bi zilmê re rûbirû dimînin û xwest zext û pêkoliyên li ser wan bi dawî bibin. Gîray bang li rayedaran kir ku demildest van çalakgerên dixwazin vegerin karê xwe werin berdan.