Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin 2020-08-25 14:00:36 MÊRDÎN – YOK’ê derbarê Zanîngeha Artûklû de têkildarî tevlîkirina fesad a îhaleyê û nelirêtiyê û tayînkirinên kêfî lêpirsîna nepen da destpêkirin. Tê gotin di çarçoveya lêpirsînê de kirêkirina qonita rektoriyê û ji bo malbata rektor wesayît hatine tahsîskirin.  Saziya Hindekariya Bilind (YOK) derbarê rektorê berê yê Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê Ahmet Agirakça û rektorê niha Îbrahîm Ozcoşar de lêpirsînek ya beriya 22’ê tebaxa 2019’an û pişt re daye destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn ji ber tevlîkirina fesadan a îhaleyê, nelirêtî, karên nelirê, tayînkirinek zêde ya sekreteran, tahsîskirina wesayîtan ji bo malbatên rektor û dekanan û tayînkirinên kêfî hatiye destpêkirin.    Teşkîlata Desteya Kontrola YOK’ê di çarçoveya xala 17’emîn a Rêziknameya Ûsûlên Wezîfe û Xebatê de di ji bo lêpirsîna “nepen” da destpêkirin, mufetîşan di nîsana 2020’an de ji bo Zanîngeha Artûklûyê wezîfedar kir. Lê belê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovid-19) lêkolîna mufetîşan taloqî dîrokek pêş hatiye kirin. Hat zanîn ku ev mufetîş di meha tebaxê de hatine Mêrdînê. Bi hatin û lêkolîna mufetîşan re di nava rêveberiya zanîngehê de jî tevgerek dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de Sekreterê Giştî Prof. Dr. Mustafa Ozturk û Seroka Daîreya Yekîneyên Tenduristiyê Dr. Canan Eren Dagli di rojên derbasbûyî de îstfa kirin.    AGAHÎ Û BELGE HATIN XWESTIN    Têkildarî lêpirsîna hêj didome agahî hatin bidestxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji rêveberiya zanîngehê hat xwestin ku belgeyên ji 17 sernavan pêk tên ji Serokatiya Desteya Kontrola YOK’ê re were şandin. Di vê çarçoveyê de derbarê gelek rêveberên zanîngehê de agahî hatin xwestin.    JI MALBATA REKTOR RE XANÎ Û WESAYÎT HATIYE TAHSÎSKIRIN   Di lêpirsînê de tê pirsîn ku tayînkirina sekreteran ji bo Alîkariya Sekreteriya Giştî, Miduriyet û Dekanan hatiye kirin. Her wiha ji ber fesad tev li îhaleyên yekîneyên zanîngehê hatine kirin hatiye pirsîn. Her wiha di lêpirsînê de tê gotin ku ji bo malbatên rektor û dekanan wesayît û xanî (konut) hatiye kirêkirin. Nelirêtiya li gelek yekîneyan jî hatiye pirsîn.    DI DOLABA ZANÎNGEHÊ DE GULE HATIN DÎTIN    Hat ragihandin ku Fakûlteya Edebiyatê jî di nava lêpirsînê de cih digire û di dolaba cilan a personelên fakülteye de guleyên sîlehê hatine dîtin û ji ber vê yekê jî zanîngeh hatiye sûcdarkirin û lêpirsîn dest pê kiriye.    MA / Ahmet Kanbal