Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê 2020-08-25 10:05:23 AMED - Malbata Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de, li goristana Taxa Ulkuturk a Bismilê spart axê.  Malbata Ramazan Ûgûrlayan ên HPG'î ku di 9'ê Hezîranê de bi Ramazan Gurkan ê HPG’î re li navçeya Farqînê ya Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polîsan de, li goristana Taxa Ûlûturk a Bismilê di saetên şevê de spart axê. Ji Amedê heta Bismilê polîsan erebeya cenazeyî Ûgûrlayan şopand. Endamên malbatê û gelek welatî beşdar definkirina cenaze bûn.   Piştî ku Malbata Ûgûrlayan pêdihese ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye û di 6’ê Tebaxê de ji bo testa DNA’yê diçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û xwînê dide. Rayedarên leşkerî di 24’ê Tebaxê de malbat agahdar kirin ku encama testa DNA’ya wan diyar bûye. Malbatê li sere vê yekê çû morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê cenazeyê kurê xwe wergirt.