Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye 2020-08-25 09:02:32 MÊRDÎN - Li gundê Gelîkurê yê Kerboranê welatiyan dest bi berhevkirina behîvan kirin. Li gundê Gelîkur ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, welatiyan dest bi berhevkirina behîvan kir. Behîvên ku di dawiya meha Adarê de çêdibin, di demsala payizê de tên komkirin. Behîvên têm komkirin li ber tavê tên hişkkirin. Pişt re behîvê hişkirî di tûrikan de tên hilanîn û ji bo zivistanê ten amadekirin.    ‘BERHEVKIRINA WAN PIR ZEHMETE"    Sültan Acar ku behîvan kom dike anî ziman ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re li herêmê berhevkirina behîvan dest pê kiriye û got: "Di salên 90’î de em ji gundê xwe derketin. Gundê me bi behîvên xwe bi nav û deng e. Her sal payizê em malbat û gundî kom dibin û tên behîvan kom dikin. Komkirina behîvan pir zehmet e. Berhevkirina behîvên darekê tenê bi saetan wextê me dixwe. Ji ber wê jî em serê sibehan zû tên û heta êvarî dixebitin.  Behîvên ku em kom dikin, em nafiroşîn. Di demsala zivistanê de em li ber çayê dixwin."    ‘BEHÎV ÎSAL BAŞ GIHIŞTIBÛN’   Abdullah Acar jî bal kişand ser çêbûna behîvan û got: "Di salên 90’î de dewletê bi dara zorê got yan hûn ê bibin cerdevan an jî em ê gundê we xera bikin.  Me qebûl nekir. Me got, bila gund xera bibe, lê em nabin cerdevan. Ji wî wextî heta niha gundê me xerabe ye. Berê li gundê me birinc, savar, nîsk hwd. çêdibûn. Lê piştî gund hat valakirin kes nema û bi ser navê hilbirînê tiştek nema. Li gundê me ji berê de gelek tişt şîn dihatin. Lê niha ne wisa ye. Di meha Sibatê de behîv kulîlkên xwe vedike. Di destpêka Nîsan û Gulanê de behîvtirk çêdibin. Piştî Gulanê hişk dibin û dibin behîv. Di dawiya meha Tebaxê de jî em tên behîvan kom dikin. Jixwe ne darek wisa ye ku pir avê bixwaze. Bêgûman av hebe baştir dibe. Îsal darên behîvê baş gihiştibûn. Lê îsal berên gelek daran jî tehl bûn. Lê ji ber ku îsal baran gelek barî behîv bi bereket bûn.”