'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike' 2020-08-25 09:00:49   WAN - Serokê Odeya Ajovan û Seyarvana Mehmet Emîn Tûgrûl, diyar kir ku pêvajoya pandemiyê herî zêde bandor li xwediyên seyareyên gihaniya gihiştî ya nav bajêr dikin kiriye û got, ji ber deynên krediyê dê ber destê sersalê topavêtin zêde bibe.    Ajovan û xwediyê xetên gihaniya giştî ya nav bajêr ên Wanê anîn ziman ku pêvajoya pandemiyê kiriye ku top bavêjin. Serokê Odeya Ajovan û Seyarvana Mehmet Emîn Tûgrûl, anî ziman ku nêzî 5 hezar endamên wan hene û got, ê ku herî zêde pandor ji şewba Covîd-19'ê girtiya ew in.    Tûgrûl, bilêv kir ku rojê bi milyonan mirovan dibin û tînin û got, ajovan bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Tûgrûl, diyar kir ku nizanin kîjan rêwî bi şewbê ketine yan neketine û got: "Ji bo şaredar alîkariya esnafên gihaniya giştî bikin, meclîsê qanûnek derxist. Lê belê şaredariyan bi tu awayî piştgirî neda. Lewma esnafên ajovan pir mexdûr bûn. Her wiha nevekirina dibistanan jî bandor li me kir."    LI BENDA DESTEKA ŞAREDARIYÊ NE    Tûgrûl, anî ziman ku heya sersalê dê gelek ajovan dev ji kar berdin û xwest dewlet alîakriya wan bike. Tûgrûl, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî dê esnaf ji ber deynên xwe yên krediyê top bavêjin.   Serokê Kooperatîfa Mînîbusvanan Kemal Çakir jî anî ziman ku li bajêr 268 xetên dolmîşan hene û got, ên van xetan bi kar tînin ji sedî 98'êw an kredî kişandine. Çakir, diyar kir ku wî bixwe jî ji sê bankeyan kişandiye û got: "Heqê dayina deynên krediyan tê taloqkirin lê fazî tê serê. Yanî di 6 mehan de dê 60 hezar TL faîz bê ser krediyê. Ma ez di 6 mehan de vî pereî qezenc dikim ku karibim bidim. Gelek kesan ji ber pandemiyê yan xetên xwe dewr kirin an jî firotin. Wê mirov dev ji vî karî berdin. Çimkî hemû hindik mane top bavêjin."    MA / Dîndar Karataş