ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-25 09:00:24   * Serokê Odeya Ajovan û Seyarvana Mehmet Emîn Tûgrûl, diyar kir ku pêvajoya pandemiyê herî zêde bandor li xwediyên seyareyên gihaniya gihiştî ya nav bajêr dikin kiriye û got, ji ber deynên krediyê dê ber destê sersalê topavêtin zêde bibe.    * Welatiyên ku bandor ji krîza aborî û pandemiyê girtine gotin: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin?"    * Cotkar ji ber polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên heyî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şehmûs Kûlan ku 40 sal in çandiniyê ike, anî ziman ku genimê ku çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got: "Halê cotkaran ne tu hal e."    *  Li navçeya Hezexê Omer Işim ê 15 salî ji ber cismekê ku li erdê dîtibû û pê teqiya bû birîndar bûbû. Wê malbata Işim, ji bo berpirsiyar bên dîtin gilî bike.    * Li gundê Gelîkurê yê Kerboranê welatiyan dest bi berhevkirina behîvan kirin.   * Şandeya KCD û DBP'ê, wê serdanên xwe yên Wan û Mêrsînê dewam bikin. (10.00-18.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê, wê ji bo 6 çalakgerên Kolana Yukselê yên hatin girtin, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Koordînasyona Azadiya Parastinê, ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne, wê li ber Nexweşxaneya Sadî Konûk a Bakirkoyê daxuyaniyê bide. (15.00)   * Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de, wê li Manîsayê hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (19.00)