Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne 2020-08-25 08:15:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Rêkxirawa Avyar a Jîngehê Aso Şikal, diyar kir ku ji ber bombebaranên TSK'ê yên dawî li sinorê herêma Behdînan, 200 hezar şitil û dar ziyan dîtine û bi hezaran balinde û zindewer telef bûne.   Hêzên Çekdar ên Tirk, li ser ferman û daxwaza hikûmetê nêzî sê mehin bi tang, top, balafirên bê mirov, balafirên şer, êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Federe ya Kurdistanê zêde kiriye. Ji ber van êrişan ji bilî ziyanên giyanî, ziyanek zêde bi rez, bax, daristan û jîngeha deverê jî gihaye. Ji ber zerarek zêde çêdibe, aktivîstên jîngehê li ser torên civakî bi haştag û belavkirina wêneyên bombebaranê pêngavek li dijî bombebaranên TSK'ê û Îranê dane destpêkirin. Berpirsê Rêkxirawa Avyar a Jîngehê li Herêma Kurdistanê Aso Şikal, têkildarî ziyanên bombebaranê ên li ser jîngehê ji ajansa Rojnewsê re axivî. Şikal, anî ziman ku di 3 mehên dawî de bombebarana li herêmê zêde bûye û ev yek bi xwe re zerarek mezin dide xwezayê û wiha got: “Ji ber bombebaranên vê dawiyê yên artêşa Tirk li sinorê herêma Behdînanê 200 hezar şitil û dar ziyan dîtine. Bi hezaran zindewer û balinde şewitîne û telef bûne. Beşek ji van balinde û zindeweran ji ber nemana xurakê neçar mane koçî deverên din bikin.”   Aso Şikal da zanîn daristanên herêmê çavkaniya oksijenê bû ji bo xelkê deverê bibû cihek yê geştiyariyê, lê mixabin ev jîngeh ji ber bombebaranan şewitî. Aso Şikal herî dawî wiha got: “Ji bo em bikarin zextan li ser Tirkiye û Îranê bikin, me kampanyek rojane daye destpêkirin. Her demek dewleta Tirk yan jî Îran deverên sinorî bombebaran dike, li ser torên civakî bi haştag û belavkirina wêneyên bombebaranê em zextan dikin. Nivîsîn jî bi zimanê Kurdî, Farisî û Tirkî di jêr sernava ‘Na ji bo topbarankirina deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê’ tên nivîsîn.”