Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin 2020-08-24 16:59:26   STENBOL – Kordînasyona Azadiya Parastinê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal daxuyanî û got divê ew bijîn. Piştî daxuyaniyê polîsan mudaxileyî çalakgeran kir û gelek kesan binçav kir.    Kordînasyona Azadiya Parastinê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de ne li ber Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila edalet pêk were Ebrû û Aytaç bijîn” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Li ser navê Kordînasyonê endamê Grûp Yorûm Eren Erdem daxuyanî xwend û diyar kir ku rayedaran tenduristiya Ebrû xera kiriye û banga berdana demildest kir. Erdem xwest ku Ebrû û Aytaç werin jiyîn û divê daxwazên wan werin qebûlkirin.    Piştî daxuyaniyê endamên Grûp Yorûm ji bo Tîmtîk û Unsal strana “Bîr Mevsîm (Demsalek)” strîn.    Piştî ku bernameya daxuyaniyê qediya polîsan mudaxileyî çalakgerên li ber nexweşxaneyê nobet digirtin kir û gelek kesan binçav kirin.