Malbatên çalakgeran bang kirin: Bê navber îşkence dikin Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin 2020-08-24 11:14:21   STENBOL – Yildiz Denîz a keça xwişka wê Parêzer Ebrû Tîmtîk ku 235 rojin ji bo mafê edaletê di rojiya mirinê de ye, anî ziman ku bi rêk û pêk îşkenceyê li xwarziya wê dikin û bang li hemû dost û hogirên xwe kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin û piştevaniyê xurt bikin."     Dadgehê li 18 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Buroya Huqûqa Gel (HHB) bi îdeaya "Rêxistin ava kirine û bi rêve dibin" û "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 159 sal ceza li wan birî. Li Parêzer Ebrû Tîmtîk 13 sal û 3 meh, li Aytaş Unsal jî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn. Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal, dijî helwesta dadgehê dest bi rojiya mirinê kirin. Ebrû Tîmtîk 235 rojin di rojiya mirinê de li ber xwe dide. Li gel rapora Saziya Tipa Edlî jî Tîmtîk û Unsal nehat berdan. Tîmtîk bêyî vîna wê ew şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sadî Konuk a Bakirkoyê. Unsal  jî bêyî vîna wî şandin Nexweşxaneya Halkali Kanuni Sultan Suleyman.  Tîmtîk ku 235 rojin di rojiya mirinê de ye, rewşa wê giran bû. Duh bi sedan parêzer û aktîvîst li pêş nexweşxaneyê kom bûn û banga hestiyariyê kirin.    'NIKARE HEBÊN VÎTAMÎN BIXWE'    Xaltîka Tîmtîk Yildiz Deniz, diyar kir ku Tîmtîk ji duh ve nikare hebê vîtamîn bixwe û wiha got: "Zikê wê û piyê wê nepixiye. Li gel ku hebê vîtamînê kirin toz jî nekaribû vexwe. Devê Ebrû birîn bûye û nikare bi axive. Rewşa wê pir giran e. Divê bi lez tahliye bikin û wê ji vir derxin. Eger wê tahliye bikin em ê hewl bidin wê xelas bikin. Eger tiştek bê serê xwarziya min berpirsiyarê wê, rayedarên Nexweşxaneya Dr. Sadî Konuk, Daraz, Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Serokomar e. Eger xwarziya min bimire, dê karibin rehet razên gelo? Em dibêjin êdî bes e."    Hevjîna Aytaç Unsal Didem Baydar Unsal jî anî ziman ku rewşa Timtik her diçe giran dibe û wiha got: "25 rojin em li ber nexweşxaneyê nobetê digirin. Rewşa tenduristiya Ebrû xera dibe. Her rojê hevalekî me yê parêzer tenê dikare 15 deqîqeyan biçe wê bibîne. Destûr nedan dawiya hefteyê wan bibînin. Bi rêk û pêk îşkenceyê li wan dikin. Her saeta diçe fikarên me zêde dibin. Ebru û Aytaç bi zorê di girtîgehê de tên girtin. Tu hincet û sedema bi aqil û mafdar tune ye. Her ku diçe tenduristiya wan xerab dibe. Dixwazin bi zorê muxadaxeliyî wan blikin."    BANGA XWEDÎ DERKETINÊ    Unsal, herî dawî bang li hemû parêzer, dost, hempîşe, serokên baroyan, parlamenter û parazvanên mafên mirovan kirin ku rewşa Ebru û Aytaç temaşe nekin û destûr nedin mirina wan. Unsal xwest hemû dost û hogir piştevaniyê xurt bikin û li dijî vê rewşê têkevin nava hewldanan û Tîmtîk û Unsal bidin jiyandin.    MA / Îdrîs Sayılgan