Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin 2020-08-23 21:50:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku îro 19 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 217 kes bi koronayê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên giştî yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên li Tirkiyê parve kir. Koca diyar kir ku îro 19 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye û hezar û 217 kes jî bi koronayê ketine. Bi vê hejmara îro re hejmara kesên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 6 hezar û 121 kesî û hejmara pêketiyan jî gihîşt 258 hezar û 249’an.