Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn 2020-08-23 09:05:43   MÊRDÎN - Lê pirsîna der barê Midûrê DEDAŞ'a Mrdînê û Midûrê Qoserê de bi dawî bû. Di lêpirsîna ku ji ber birîna ceryanê hatibû destpêkirin de, hat xwestin ku sed sal ceza li her du midûran bê birîn.    DEDAŞ'ê di 14'ê Gulanê de li navçeya Dêrik, Qoser, Nisêbîn û Artûklûyê bi hinceta "deynê ceryanê yê cotkaran" deryan birîbû û heya 25'ê Tîrmehê jî bernedabû. Ji ber qutkirina ceryanê pompeyên avê yên gundiyan jî nexebitîbûn û gundî bi rojan bê av mabûn. Li ser vê şêniyên gundê Qoserê giliyê Midûrê DEDAŞ'ê yê Mêrdînê Mehmet Bûlût û Midûrê DEDAŞ'ê yê Qoserê Kenan Polat kiribûn. Li ser vê Dozgeriya Komarê ya Qoserê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsînê hatibû destpêkirin bi dawî bû û der barê Bûlût û Polat de îdianame hat amadekirin.    Her wiha Bûlût ji ber nelêritiyeke di Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de hatibû girtin û hîn jî di girtîgehê de ye.    Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Qoserê îdianameya ku hat amadekirin qebûl kir.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku li Bûlût û Polat ji 40 salî heya 100 salî ceza bê birîn.    MA / Ahmet Kanbal