Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye 2020-08-23 09:05:29 ENQERE - Li nexweşxaneyên Enqereyê navbera fizîkî û temasê esas nayê girtin. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yenîmahalleyê bi sedan kesên navê xwe ji bo tomarkirinê dinivîsin heman pênûsî bi kar tînin.    Yek ji bajarên ku hejmara pêketiyên şewba Covîd-19'ê lê zêde dibin jî Enqere ye. Li nexweşxaneyên Enqereyê navbera fizîkî û temasê esas nayê girtin. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yenîmahalleyê bi sedan kesên navê xwe ji bo tomarkirinê dinivîsin heman pênûsî bi kar tînin.   Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yenîmahalleyê ku hemû polîklînîk ji ber şewbê bi awayekî demborî hatine sekinandin, navbera fizîkî esas nayê girtin. Pêşî nxweş li konê trîajê yê li baxçeyê nexweşxaneyê tên kontrolkirin û paşê diçin polîklînîka Covîd-19'ê. Her wiha kesên tên nexweşxaneyê navê xwe li panele li ber beşa lezgîn e, dinivîsin. Lê belê her kes bi heman pênûsî navê xwe dinivîse. Di nava saetekê de 200 kes navê xwe li lîsteya navbirî dinivîsin. Her wiha mirov bêyî ku navber hebe li ber hev du li ser sendelyeyê li ber klînîkê rûdinên.    ÊN TESTÊN WAN POZÎTÎF WAN BI OTOBÊSÊ DIŞÎNIN MALÊ      Ewlekarekî polîklînîkê, anî ziman ku her roj heman qelebalixî heye. Ewlekar, anî ziman ku hin welatiyên ku testa wan pozîtîf dertê, lê semptomên wan ne giranin dişînin malê û got, nexweşan bi otobêsên şareriyê dişînin malê.    Her wiha nexweşên ku bi saetan disekinin û dor nagihên wan jî gengeşî û minaqişe dest pê dik.    NEXWEŞXANEYA BAJÊR A BÎLKENTÊ    Her wiha rewşa li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê jî ne kêmî nexweşxaneyên din e. Gelek welatiyên ku ji bo testên xwe yên PCR'ê tên nexweşxaneyê, li heman korîdorê disekinin. Peywirdarekî li Beşa Nexweşînên Enfeksiyonê dixebite, anî ziman ku qelebalixiyeke zêde heye û got, ji meha Hezîranê ve qelebalixî heye û êdî nikarin bêhna xwe bistînin.    Xebatkarê nexweşxaneyê N.A., anî ziman ku li her polîklînîkê rojê her kêm sed kes tê testkirin û got, bi vî awayî ne mimkun e ku navbera fizîkî esas bê girtin. N.A., diyar kir ku testên tên kirin nîviyê wan pozîtîf dertên û got: "Tenê li nexweşxaneyekê 500 test pozîtîf dertên, îjar çawa dibe ku li tevahiya Tirkiyeyê hezar be? N.A., bilêv kir ku bijîşk ji wan re gotine hejmara kesên pozîtîf 500 e.    Roja înê saet di 13.00'an de li ber deriyê polîklînîkê herî kêm 10 kes li benda muayeneyê bûn, lê belê li nîşandera elektornîk a ber deriyê polîklînîkê jî, hejmara kesên hatine muayenekirin jî 70 dixuyê.     MA/ Emrûllah Acar